Rejîma Îranê li Silêmanî hat şermezarkirin

Rejîma Îranê li Silêmanî hat şermezarkirin

Rêxistina Mafê Mirovan a li Dijî Qirkirinê CHAK ku navenda wê li Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ye, îdamkirina siyasetmedarên kurd ên ji aliyê Îranê ve li ber konsolosiya Îranê şermezar kir. CHAK’ê ji hikûmeta Başûr xwest ku li hemberî darvekirinên li Îranê helwesta xwe nîşan bide. 

Çalakî duh li ber bîroya Parlementoyê ya li Silêmaniyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de daxuyaniya ku darvekirinê şermezar dike hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku sicîla rejîma Îranê di warê darvekirinê de gelekî tarî ye û hate gotin ku di nava salekê de 314 kes hatine darvekirin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di mijara darvekirinê de Îran piştî Çînê di rêza duyemîn de tê.

Di daxuyaniyê de darvekirina siyasetmedarên kurd a li Îranê hate şermezarkirin û hate destnîşankirin ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê heta niha li hemberî darvekirinê tu helwest nîşan nedane. Di daxuyaniyê de bêdengiya hikûmeta Başûr hate şermezarkirin û hate xwestin ku li dijî darvekirinan helwestê nîşan bide.

Di daxuyaniyê de her wiha bang li hemû sazî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku li dijî darvekirinê bêdeng nemînin.