Rejîma Îranê li Helsînkî tê şermezarkirin

Rejîma Îranê li Helsînkî tê şermezarkirin

Ji bo bîranîna pênc siyasetmedarên Kurd ên li Îranê hatin darvekirin, li paytexta Fînlandiya Helsînkî çalakiyek tê lidarxistin.

Bi wesîleya 3. salvegera darvekirina mamosteyên Kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Mehdî Îslamiyan û şoreşgera jin Şîrin Elemhûlî, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK, mîtîngekê lidar dixe.

Mîtîng wê di 11'ê Gulanê de li Stockmann a paytext Helsînkî pêk were.

Komîteya Fînlandiya ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê bi vê wesîleyê daxuyaniyek da û diyar kir, ku ewê bi mîtînga sibê re polîtîkayên qirêj ên rejîma Îranê şermezar bikin û banga tevlêbûnê li hemû Kurdistaniyan kir. 

Di daxuyaniyê de cih û dema çalakiyê weha hat ravekirin:
 
Dem: Şemî 11.05.2013,
Demjimêr: 13:00
Cîh: Stockmann a li navenda Helsinki Aleksanterinkatu (kolmen sepän patsaan edessä