Rejîma Îranê di 5 rojan de 25 kes bi dar ve kir

Rejîma Îranê di 5 rojan de 25 kes bi dar ve kir

Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ku di warê pêkanîna cezayê îdamê de, di cîhanê de piştî Çînê welatê yekem e, di nava 2 rojan de 10 kes û di nava 5 rojên dawiyê dejî 25 kes bi dar ve kir.

Piraniya kesên ku têne darvekirin, bi hincetên “bazirganiya madeyên hişber” an jî “karanîna madeyên hişber” tên darvekirin. Lê tê diyarkirin ku gelek kes ji vana ne ji ber wan sedeman tenê têne darvekirin û gelek kes jî ji ber sedemên siyasî têne darvekirin

Li gorî agahiyan roja pênçşemê li zîndana Qizilhesarî ya Kerecê 4 girtî, li Zîndana Urmiyeyê 2 û li ya Yedîdê jî kesek hate darvekirin. Her wiha li heman zîndana Yezidê 3 kesên din bi hincetên destdirêjî û pirsgirêkên civakî hatine darvekirin.

Li gorî agahiyên ku di malperên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de belav bûne, navên kesên di Zîndana Qizilhesarê ya Kerecê de hatin bidarvekirin Mensûr Beyanî û Elî Mihemedî ne.

Her wiha, roja 27’ê berfanbarê jî li navenda bajarê Yasucê 5 kes, li Qizilhesarê 7 û li Urmiyeyê jî 2 kes û kesek din ê Efxan hatin bidarvekirin.

Li gorî hejmarên ji aliyê saziyên mafê mirovan ve tên destnîşankirin, ji serê sala 2012 ve li Îranê zêdetirê 585 kes hatine darvekirin. Her wiha rejîma Îranê di warê pêkanîna cezayê îdamê de di cîhanê de piştî Çînê di rêza yekemîn de ye.