Rejîma Îranê li Saarbruckenê hate şermezarkirin

Darvekirina siyasetmedar û aktîvîstên Kurd Ramîn Huseyîn Panahî, Zanyar Mûradî û Loqman Mûradî li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê hate şermezarkirin.

Dewleta Îranê li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê hate şermezarkirin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Saarbruckenê bi vê armancê li ber Europagalerîe standa agahdarkirinê danî û mîtîngek li dar xist.

Hevserokê NCDK'ê Dexîl Îbrahîm li mîtîngê axivî û bal kişand ser berxwedana aktîvîstên Kurd ên hatin darvekirin.

Bi navê Komîsyona Malbatên Şehîdan jî Ekrem Yavûz peyivî. Yavûz berxwedana li çar parçeyên Kurdistanê silav kir û got, "Xwedîderketina li şehîdên Kurdistanê bi xurtkirina têkoşîna wan dibe."

Hevseroka NCDK'ê Dîlan Akdogan jî bi Elmanî axivî û bi bîr xist ku li çar parçeyên Kurdistanê zext û komujî li gelê Kurd tê kirin. Akdogan destnîşan kir ku divê hêzên navneteweyî li pêşberî binpêkirina mafên mirovan bêdeng nemînin.

Akdogan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di serî de dewleta Elman bang li her kesî kir ku li ber vê yekê rabin.

Di çalakiyê de skêçek hate pêşkêşkirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" hatin qîrîn.