Rejîma Îranê cenazeyê 3 girtiyên Kurd nadê malbatan

Rejîma Îranê cenazeyê Zanyar Muradî, Loqman Muradî û Ramîn Hosseîn Penahî ku duh bi darve kirin nadê malbatên wan.

Rejîma Îranê duh (8’ê Îlonê) li girtîgeha Recaîşar ya li bajarê Keracê girtiyên Kurd Zanyar Muradî, Loqman Muradî û Ramîn Hosseîn Penahî bidarve kir. Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên Kurd nade malbatê li gorî agahiyan wê îro li Tehranê veşêrin.

Zanyarî beriya ku were darvekirin agahî dabû malbata xwe û diyar kiribû ku wê rejîma Îranê 8’ê Îlonê li gel Loqman Muradî darve bike. Diyar bû wê cenaze li Tehranê werin veşartin.

Rejîma Îranê beriya niha jî girtiyên Kurd darvekirîbû û cenazeyên wan nedabû malbatan.