RedHack malpera Burhan Kuzu hack kirin

RedHack malpera Burhan Kuzu hack kirin

RedHackê malpera înternetê ya Serokê Komîsyona Makezagonê Burhan Kuzu hack kir.

Redhackê bertek nîşanî daxuyaniya Seroke Komîsyona Makezagonê ya Meclisê Burhan Kuzu ya “Bûyerek ne zêde dilêş çêbû, ev jî tama daweta me xirab kir” da û malpera înternetê ya aydê Kuzu www.burhankuzu.gen.tr hack kir.

Redhackê li ser hesaba xwe ya twitterê ragihand ku malpera Kuzu hack kirine û ev daxuyanî da: “Madem Burhan Kuzu şînê nagire, li şûna biçe Hatayê diçe Dawetê, qe çi ne bila malpera wî şînê bigire.”