Rastiya komkujiyê hîna jî tê veşartin

Rastiya komkujiyê hîna jî tê veşartin

Her çendî 10 sal bi ser doza Komkujiya Girtîgeha Bayrampaşayê re derbas bûn, lê heta niha navên komandoyên JOAK’ê yên tevlî operasyonê bûne tên veşartin. Her çendî tê gotin ku ev operayson hatiye tomarkirin, lê bi salan e dibêjin tomarên kamerayê ‘tune’ ne. Ji parêzerên dozê Gulîzar Tuncer ragihand ku her çnedî 12 sal bi ser komkujiyê re derbas bûn, lê heta niha naxwazin komkujiyê aşkere bikin.

Piştî Komkujiya Girtîgeha Bayrampaşayê ku di encamê de 12 girtî hatin kuştin û bi dehan girtî birîndar bûn, doza yekemîn li hemberî girtiyan hate vekirin. Dozgeriyê di îdîanameya xwe de dibêje ‘girtiyan li hemberî dewletê serî hildane’ û bi vî awayî mexûdûr dibin bersuc.

Daraz ji bo doz li leşkeran vebike, 10 sal li bendê ma. Lê piştî 10 salan jî ne li dijî kesên operasyon plan kirine, ne jî fermandarên operasyon bi rêve birine de, lê derbarê 39 leşkerên ku tevlî bûyerên kuştin û birîndar kirinê bûne doz hate vekirin.

JI BO KUŞTINA MIROVAN DAXWAZA NEŞOPANDINÊ

Her çendî ev 39 leşker bi “kuştina mirovan” tên tawanbarkirin jî, lê bi bendên qanûnî yên weke “parastina rewa” û “fermana qanûna bi cih anîne” tên parastin û ji bo wan daxwaza neşopandinê hate kirin.

Piştî 10 salan yekemîn rûniştina dozê 23’yê cotmeha 2010 pêk hat. Ji wê dîrokê heta niha, di vê pêvajoya dozê ya 10 salan de navê wan 39 leşkerên tevlî operasyonê bûne nehatin aşkerekirin. Fermandarê Tirk Zekî Bîngol ê ku yek di pêkanîna operasyonê de cih girtibû, 25’ê Gulana 2012 daxwaznameyek da 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê ku diyar kir ku ji bo aşkerenekirina navên leşkerên tevlî operasyonê bûne biryarek teqez hatiye girtin.

TOMARÊN KAMERAYÊ TUNE NE!

Her çendî tê gotin ku ev operayson hatiye tomarkirin, lê bi salan e dibêjin tomarên kamerayê ‘tune’ ne. Her niha dîmenên kamerayan û wêneyên operasyonê nehatin pirsîn û tune hatin hesibandin.

MEXDÛR HATIN TAWANBARKIRIN

Parêzer Gulîzar Tuncer derbarê pêvajoya dozê de bersiv da pirsên ANF’ê û diyar kir ku gava Dozgeriya Bakirkoyê îdîaname amade kir, wisa kiriye ku weke berpirsên komkujiyê mexdûrên komkujiyê ne. Prz. Tuncer da zanîn ku îdîayên ku dibêjin girtiyan îsyan kirine, bend danîne, gulle barandine, makîneyên pêta agir bi kar anîne, ew bi salan bûn tu kes nedikarî bikeve hundirê girtîgehê, ji ber girtiyên di rojiya mirinê de neçar man ku mudaxele bikin, tên dubarekirin.”

Parêzer Tuncer da zanîn ku gotûbêja karanîna çekên kîmyewî jî nehatiye kirin û bal kişand ku deh sal bûn ev operasyon tune dihate hesibandin û di sala 11’emîn de dosyaya Plana Tûfanê hatiye. Prz. Gulîzar Tuncer bi bîr xist ku fermandarê leşkerî yê ku divê bê darizandin ne weke “bersuc”, weke “şahid” bang lê kirine ku bê dadgehê.

Tuncer da zanîn ku her çendî 12 sal bi ser komkujiyê re derbas bû, lê heta niha rastî nehatine aşkerekirin û diyar kir ku ew ji darizandina ku dê li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoya Stenbolê pêk bê zêde tiştek hêvî nakin.