Rapora NY: Karkerên Kurd li êrîşên nîjadperestî rast tên

Kurdên li malên ji qamîş ên li bajarokê Tûzla yê Edeneyê dijîn, ji bo komkirina bindeqan çûn Duzceyê, lê rastî êrîşan nîjadperestan ahtin. Nûnerê Bernameya Pêşvebirinê ya NY Guvenç diyar kir ku gefa li karkerên Kurd dewam dike.

Kurdên li malên ji qamîş ên li bajarokê Tûzla yê Edeneyê dijîn, ji bo komkirina bindeqan çûn Duzceyê, lê rastî êrîşan nîjadperestan ahtin. Nûnerê Bernameya Pêşvebirinê ya NY Guvenç diyar kir ku gefa li karkerên Kurd dewam dike.

Piştî ku bi sedan gundên li herêma Besta ya Şirnexê ji aliyê dewletê ve hatin şewitandin, beriya 22 salan bi deh hezaran Kurd hatin bajarokê Tûzla yê Edeneyê û li vê derê di bin malên ji qamîş de di nava statuyeke penaberiyê de hewl didin debara xwe bikin. Kurdên ku ji mafên hilbijartin, perwerde, tenduristî, elektrîk û rêveberiyên herêmî bêpar hatine hiştin, li Edeneyê di sê demsalan de paletiyê dikin û hewl didin bijîn. Herî dawî ji bo berhevkirina bindeqan çûn Duzceyê lê belê li vê derê rastî êrîşa komên nîjadperest-faşîst hatin.

Nûnerê Bernameya Pêşvebirinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) Selahattîn Guvenç nerazîbûn nîşanî kiryarên li dijî mirovahiyê yên li mexdûrên şer ên beriya 22 salan ketin ser rêya koçberiyê tên kirin, da.

'BI ÇO Û KEVIRAN ÊRÎŞ KIRIN, BI ÇEKAN GEF XWARIN'

Guvenç anî ziman ku wan der barê êrîşên faşîst ên li dijî karkerên Kurd ên demsalî de raporek amade kirine û got, "Li bajarokê Tûzla yê navçeya Edene Karataşê, welatiyên Kurd ên di sala 1994'an de bi zorê ji cih û warên xwe hatine kirin, li binê konên ji qamîş dijîn. Hemû ferdên malbatê piştî 14-15 salî dest bi karkeriya çandiniyê dikin. Ev malbatên ku hejmara wan bi deh hezaran tê bilêvkirin, di heman demê de ji bo karê çandiniyê weke malbatî diçin herêmên Anatoliya Navîn û Derya Reş."

Guvenç der barê êrîşa nîjadperestî ya li Duzceyê de ev agahî da: "Komek ji malbatên mexdûrên koçberiya ji neçarî ya ji bo berhevkirina bindeqan çû Cûmayerî ya Duzceyê, li malên kirê kiribûn di êvara 14.08.2015'an de êrîşa bi ço û keviran a nîjadperestan hat. Êrîşkaran her çend çek bi kar neanîbin jî bi çekê gef li wan xwarin. Di êrîşê de Firat Yanli, Sorû Yanli, Yûsûf Çavlak, Pinar Çavlak û Makbûle Çavlak birîndar bûn. Firat Yanli li Nexwexaneya Zanîngeha Duzceyê du rojan ma. Êrîşkaran bi gotina 'Em naxwazin Şirnexiyan li vir bibînin' êrîş kirine."

'GEFA ÊRÎŞEKE NÛ YE'

Nûnerê UNDP Selahattîn Guvenç da zanîn ku li gorî îfadeyên mirovên li êrîşê rast hatin, serkêşiya koma êrîşkar kurê keyayê berê yê gundê Canlipinar Feyzûllah Acar Ahmet Acar kiriye. Guvenç got, "Mexdûrên li êrîşê rast hatin, li qereqola Cûmayerî gilî kirin, lê belê fikar û gumanên malbatan dewam dikin. Gefa êrîşeke nû hînê dewam dike."

...