Rapora ÎHD’ê: Tecrîda li girtîgehan zêdetir bûye!

Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê eşkere kir ku tecrîda li girtîgehên li Herêma Marmarayê zêdetir bûne, binpêkirinên hatine kirin, eşkere kir.

Komîsyona Girtîgehan  a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Stenbolê, rapora xwe ya ku derbarê binpêkirinên mafan ên nav 3 mehan ên li girtîgehên Herêma Marmarayê de amade kiribû, li avahiya xwe ya bi daxuyaniyekê Eşkera kir.

Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, endamên Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê Mehmet Acettîn û Parêzer Ummuhan Kaya tevlî daxuyaniye bûn.

Parêzer Kaya, diyar kir ku rapora wan mehên tîrmeh, tebax û îlonê dihewîne nav xwe û ji bilî Herêma Marmarayê serlêdanên ku ji girtîgehên herêmên din jî hatine di rapora wan de cih digirin û wiha got: "Bi giştî serlêdanên 25 girtîgehan in. Di nav 3 mehan de ji bo komeleya me serlêdana 761 binpêkirinan hatiye kirin."

Di raporê de girtîgeh girtîgeh qala binpêkirinan hatiye kirin û cih ji binpêkirinên Gîrtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê girtî ye re jî hatiye veqetandin û hatiye diyarkirin ku di nav 3 mehan de 52 caran daxwaza hevdîtîna bi Ocalan re hatiye redkirin.

Di beşa encamê ya raporê de jî ev tişt hatine rêzkirin:

* Binpêkirina mafan û tecrîd kûrtir bûye.

* Guhertina Qanûna Ceza ku di Nîsana 2020'an de hat qebûlkirin bi piştgiriya mînakên neyînî qadeke nû ya pirsgirêkan afirandiye.  

* Pandemî li ser mafê tenduristî û dermankirinê û mafê jiyanê û her wiha zêdekirina binpêkirinên mafan û tecrîda giran a di pêkanîna mafên bingehîn de tehdîteke giran didomîne.  

* Divê ji bo hemû girtiyên di koma rîskê de bi taybetî jî girtiyên nexweşên giran bergiriyên tenduristî û jiyanê bi lezgînî bên girtin û di pêvajoya pandemiyê de bên berdan û ji rîskê bên parastin.  

* Bi giranî; em armanc dikin ku bi bala rayedar û raya giştî bikişînin û pêşiya binpêkirinên mafan bigirin. Em dizanin ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dengê ku li derve bê bilindkirin tên astengkirin. Ji ber vê yekê; hûn dikarin rapora ku me amade kiriye ji bo hişyarkirina rayedaran a ji bo pêşîgirtina li binpêkirinan bi kar bînin.”