Rapora ÎHD’ê: Li girtîgeha Êlihê êşkence li girtiyan hate kirin

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê rapora xwe ya li ser girtîgeha Êlihê eşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin êşkence li girtiyan tê kirin.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Êlihê, rapora xwe ya ku derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Êlihê amade kiribû, bi civîneke çapameniyê li avahiya xwe eşkere kir.

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê Parêzer Yûnûs Bagiş, rapora ku hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku rapora wan ji serdanên Girtîgeha Tîpa T a Êlihê û Girtîgeha Êlihê pêk tê û wiha got: "Di hêla mafê ragihandin, agahî girtin, têkilî danîn û tenduristiyê de pirsgirêkên mezin li girtîgehan hene. Her wiha girtiyan îdîayên lêgerîna tazî, êşkence û miemeleya xerab jî anîn ziman. Girtiyan got ku di warê werzîş, çand û hunerê de nikarin tiştekî bikin.”

Di raporê de çend daxwaz û pêşniyarên ku hatin kirin jî wiha ne:

“* Divê rêveberiya girtîgehê bi pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyan re mijûl bibe, girtiyan di wextê de bibe nexweşxaneyê û şertên revîrê baş bike.

* Divê astengiyên li pêşiya mafê werzîş, çand û hewadarî bên rakirin.

* Divê astengkirinên li ser pirtûk, kovar û rojnameyan bên rakirin.

* Divê angaştên îşkence û miemeleya xerab bi awayekî bi bandor bên lêpirsînkirin, derbarê eleqedaran de lêpirsîn bê destpêkirin û eleqedar ji peywirê bên dûrxistin.

* Divê pêkanînên dayîna tekmîlê, hucreya yekkesî û jimartina li ser pêyan bi dawî bibin."