Qurbaniyên komkujiya Dersimê hatin bîranîn

Qurbaniyên komkujiya Dersimê di salvegera 81'ê de li Swîsreyê hatin bîranîn.

Bi wesîleya 81. salvegera komkujiya Dersimê ku bi biryara 4'ê Gulana 1937'an dest pê kir, li Swîsreyê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Bi dehan kes ji bo bîranîna qurbaniyan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Zurîchê li hev civiyan Piştî deqeyeke rêzgirtinê, sînevîzyoneke ji 12 deqeyan a li ser komkujiya Dersimê hate nîşandan.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê Songul Aslan piştre axivî û bi bîr xist ku di komkujiya Dersimê de bi hezaran mirov hatine kuştin, yên nehatin kuştin jî hatin sirgûnkirin. Aslan diyar kir, gelê Dersimê tevî zext û zordariyê jî dest ji şêwazê jiyana xwe bernedaye û got, "Dersim hê jî li cem mezlûman e û li ber neheqan radibe. Em bi zîhniyeta ku komkujî kiriye baş dizanin û em ê her tim li dij li ber xwe bidin."