Qirkirina siyasî: Li gelek bajaran bi dehan kes hatin destgîrkirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin destgîrkirin.

Di salvegera komploya navneteweyî de ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, li gelek bajaran operasyonên qirkirina siyasî pêk hatin. Rêveber û ciwanên HDP'î hatin destgîrkirin.

AMED

Li Amedê danê sibehê avêtin ser gelek malan. Di encamê de rêveberê HDP'ê yê Bajêr Îrfan Soner, Hevserokê Navçeya Baglarê Mehmet Atlihan û  Hevserokê Navçeya Yenîşehîrê Sadrettîn Kaya, endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Mele Yûsûf Andan, rêveberê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) yê Navçeya Baglarê Alî Alkan, rêveberê HDP'ê yê navçeya Baglarê Abdullah Dengîz û endamê berê yê Meclîsa Şaredariya Baglarê Rifat Tûrfan hatin destgîrkirin.

DERSIM

Li Dersimê jî danê sibehê avêtin ser wargeha xwendekaran û malên HDP'iyan. Di serdegirtinan de 10 kes hatin destgîrkirin. Tê gotin ku hejmara kesên tên destgîrkirin dibe ku zêde bibe.

MÊRDÎN

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di serdegirtinê de kesê bi navê Saît Sirdaş ê 21 salî hate destgîrkirin û ew birin Şaxê TEM'ê yê Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

WAN

Li Wanê jî hêzên çekdar ên dewleta Tirk danê sibehê avêtin ser malan û gelek kes destgîr kirin. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Yûnûs Dûman jî destgîr kirin.

ENQERE

Serdegirtin vê sibehê li Enqereyê jî hebû û gelek kes hatin destgîkirin.  Li gorî agahiyan gelek endamên HDP'ê û xwendekarên zanîngehê hatin destgîrkirin.