Qirkirina siyasî didome: Li 6 bajaran girtin û binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP'ê ya demkî, zêde dibin. AKP'ê li Colemêrg, Mêrdîn, Erzîrom, Mersîn, Stenbol û Sêrtê welatî binçav kir û girt.
Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP'ê ya demkî, zêde dibin. AKP'ê li Colemêrg, Mêrdîn, Erzîrom, Mersîn, Stenbol û Sêrtê welatî binçav kir û girt.
Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP'ê ya demkî, zêde dibin. AKP'ê li Colemêrg, Mêrdîn, Erzîrom, Mersîn, Stenbol û Sêrtê welatî binçav kir û girt.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê danê sibehê bi sedan polîs û tîmên taybet bi dehan wesayîtên zirxî bi ser gelek malên di nav de hevşaredarên Colemêrgê jî heye de girtin. Serdegirtinên malan piştî daxuyaniya “Em saziyên dewletê nas nakin” pêk hat û polîsan di ser malên Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatipoglu, Nurullah Çîftçî, Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê Rahmî Temel, rêvebirên HDP, DBP’ê û Meclisa Demokratîk a Civakî girtin. Di serdegirtinan de deriyên malên hatin şikandin û hemû alavên malan hatin belavkirin. Di serdegirtinan de tîmên taybet gelek kaset, name û kompîturên li malan jî desteser kirin. Ji ber ku hevşaredar û hevserokên DBP û HDP’ê li malê nebûn nehatin binçavkirin. Di serdegirtinên malan de nehat zanîn ku binçavkirin hene an na. Hat gotin ku di destê polîsan de lîsteyek dirêj ku di nav de navên hevşaredar, hevserokên DBP û HDP’ê jî heyî heye.
MÊRDÎN
Li taxên Saraçoglu û Yenîşehîr ên navçeya Artukluya Mêrdînê serê sibehê tîmên taybet bi ser gelek malan de girtin. Polîsan li malan pirtûk, lênûsk, cd û posterên li diwaran desteser kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê. Hate hinbûn ku Ramazan Ozen ê hatiye binçavkirin pençêşer e. Hevsera Ozen, Celîle Ozen diyar kir ku serê sibehê saet di 04.00'an de tîmên taybet bi ser mala wan de girtine û ligel ku hevserê wê nexweş bûye jî hatiye binçavkirin.
ERZÎROM
Li taxên Hêcergo, Çîçekdagi, Beykoy û Îlîgoze ya navçeya Tatosa Erziromê gelek tîmên taybet serê sibehê bi awayeke hemwext bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinan de Yilmaz Çelîk, Yavuz Beykoy, Hakan Ozdemîr û Fesîh Kanmaz hatin binçavkirin. Di serdegirtinan de polîsan kesên li malê tehdîd kirin. Kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Tatosê. Sedema binçavkirinan nehat zanîn.
MERSÎN
Li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê serê sibehê polîsan bi awayeke hemwext bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de mal hatin serobinokirin û tiştên malan tevlihev kirin. Gelek kesên ku di nav de Hevserokê BDP'ê yê berê Ahmet Kizmaz, Rêveberên BDP'ê yên berê Kadîr Ezer, Cemal Bozkurt û Eşref Tarim û Rojhat Tarim jî di nav de ne hatin binçavkirin. Yên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Tarsusê.
STENBOL
Li Stenbolê 13 HDK'yiyên pêr li Bagcilar, Kuçukçekmece, Esenyûrt û Beyoglû yên Stenbolê hatin binçavkirin derxistin edliyeyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê Ersîn Dadaş, Erdal Karabûlût û Hîkmet Dûman ahatin berdan. 10 kes ji bo ben girtin radestî dadgeha nobedar hatin kirin. Dadgehê Besta Kaplan, Cîhan Karabay û Naîf Bûlga serbest berda. Lê belê Cafer Ay, Ecevît Taşti, Şiyar Karabay, Turkan Sunbul, Feremez Erkan, Nevzat Yilmaz û Şehmûz Kalkan girt.
SÊRT
Li taxa Bariş a Sêrtê piştî çalakiya li dijî lojmanên polîsan, li bajar polîsan bi ser malan de girtinbûn û 4 kes hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan hatin girtin derxistin edliyeyê. Dozgeriyê Y.K. ê temanê wî ji 18 salî biçûk bû berda. Bariş dayan, Mehmet Kaçar û Yakup Koruç jî bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" sewqî dadgehê hatin kirin. Kaçar û Koruç ji vir hatin berdan û Dayan jî bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hate girtin. Dayan ê hate girtin birin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.