Qirkirina siyasî: Di 2 hefteyan de 500 kes hatin destgîrkirin

Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê di êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd û muxalifan de di nava 2 hefteyan de 500 kes destgîr kir.

Desthilatdariya AKP û MHP’ê qirkirina siyasî didomîne.

Di nava 15 rojan de 500 kes di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin û herî kêm 15 kes hatin girtin. Piraniya kesên hatine destgîrkirin, endamên HDP’ê ne. Desthilatdariyê karkerên berxwedêr jî destgîr kir.

15’ê Mijdarê: Hevserokê HDP’ê yê Bazarcikê Nacî Kiziler bi îddîaya ‘endamê rêxistinê ye’ hate girtin.

15’ê Mijdarê: Li Sirûca Rihayê di operasyonên qirkirina siyasî de 6 kes hatin destgîrkirin.

15’ê Mijdarê: Li Qelqeliya Wanê di serdegirtina malan de 10 kes hatin destgîrkirin.

16’ê Mijdarê: Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr ê ku peywira wî hatibû desteserkirin û qeyyûm li şûna wî hatibû peywirdarkirin, hate girtin.

18’ê Mijdarê: Li Stenbolê polîsan li Stenbolê girtin ser malên rêveberên HDP û TÛAYDER’ê, 6 kes hatin destgîrkirin.

18’ê Mijdarê: Li Sêwrega Rihayê jinek hate destgîrkirin.

18’ê Mijdarê: Endamê PEN’a Kurd û Rêveberê Komeleya Wêjekarên Kurd Nezîr Çakan di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de hate girtin.

19’ê Mijdarê: Karkerên BÎMEKS’ê yên li pêşiya Zanîngeha Bogaziçiyê ji bo stenbina meaş û tazmînatên xwe çalakiya rûniştinê li dar xistibûn, hatin destgîrkirin.

19’ê Mijdarê: Ji nav 11 kesên li Qelqeliya Wanê hatibûn destgîrkirin, 6 kes hatin girtin.

20’ê Mijdarê: Li Amedê di çarçoveya lêpirsîna li ser KCD’ê de, Hevserokê OHD’ê Bunyamîn Şeker jî di nav de gelek parêzer û nûnerên rêxistina civaka sivîl hatin destgîrkirin.

20’ê Mijdarê: Li navçeya Yildirimê ya Bûrsayê di serdegirtina malan de 6 kes hatin destgîrkirin.

21’ê Mijdarê: Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê ji bo protestokirina destgîrkirina li ser endamên KCD’ê li Tunela Taksîmê xwest daxuyaniyê bide. Polîsan êrîşî daxuyaniyê kir û gelek kes destgîr kir.

22’ê Mijdarê: Koma li pêşiya HDP’a Amedê êrîşî rêveberê DBP’ê Îhsan Çapan kir û piştre Çapan hate destgîrkirin.

23’ê Mijdarê: Di çarçoveya li ser KCD’ê de ji nav 75 kesên hatibûn destgîrkirin, 5 kes hatin girtin.

24’ê Mijdarê: Li Wanê di serdegirtina malan de nûçegihanê MA’yê Dîndar Karataş hate destgîrkirin.

24’ê Mijdarê: Li Bedlîsê di serdegirtina malan de 5 kes hatin destgîrkirin.

24’ê Mijdarê: Sûna Balta ya ku koma li pêşiya HDP’ê Amedê heqaret lê kir, piştî ku ji avahiya HDP’ê derket hate destgîrkirin.

25’ê Mijdarê: Jendirmeyan êrîşî karkeran kir ên ku dixwestin ji Karamanê bimeşin Enqereyê. 30 karker hatin destgîrkirin.

25’ê Mijdarê: Li Bûrsayê parêzer Cahît Kirkazak, Îbrahîm Korhan û Mehmet Denîz Buyuk di serdegirtina malan de hatin destgîrkirin.

26’ê Mijdarê: Polîsan li 15 navçeyên Stenbolê girtin ser 28 malan.

26’ê Mijdarê: Li Akdenîza Mêrsînê di serdegirtin malan de 6 kes hatin destgîrkirin.

26’ê Mijdarê: Li Şahînbeya Dîlokê polîsan girtin ser mala Hasîbe Yaman û ew destgîr kirin.

26’ê Mijdarê: Li Bedlîsê Îmdat Tokmak û Ergîn Savaş hatin girtin.

27’ê Mijdarê: Nûçegihanê MA’yê Hakan Yalçin di serdegirtina malê de hate destgîrkirin.

27’ê Mijdarê: Li Amed, Mêrdîn, Sêrt, Wan, Enqere, Îzmîr, Êlih û Meletiyê de di serdegirtina malan de herî kêm 70 kes hatin destgîrkirin.

28’ê Mijdarê:Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci di serdegirtina malê de hate destgîrkirin.

28’ê Mijdarê: Li navçeya Gimgimê ya Mûşê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Sînan Ozturk hate destgîrkirin.

29’ê Mijdarê: Li Rihayê di serdegirtina malan de 2 kes hatin destgîrkirin.

30’ê Mijdarê: Abdî Ertaş ê ku di 27’ê Mijdarê de li Îzmîrê hatibû destgîrkirin bi îddîaya ‘endamê rêxistinê ye’ hate girtin.

30’ê Mijdarê: Li Amedê ji nav 8 kesên hatibûn destgîrkirin, Ahmet Elçîn hate girtin.

30’ê Mijdarê: Li Êlihê di serdegirtina malan de ji nav 15 kesên hatibûn destgîrkirin, 2 kes hatin girtin.

1’ê Kanûnê: Li Şirnexê di serdegirtina malan de 21 kes hatin destgîrkirin.

1’ê Kanûnê: Li Amedê di serdegirtina malan de 3 kes hatin destgîrkirin.

1’ê Kanûnê: Li Yenîşehîra Mêrsînê di serdegirtina malan de kesek hate destgîrkirin û li Akdenîzê jî polîsan girtin ser malekê.