BI DÎMEN

Qeyûman Qers parsel bi parsel firotine

Turker Oksuz û Ziya Polat ku ji sala 2020'î û vir ve weke qeyûm li ser Qersê hatine danîn, bi 117 malên neguhezbar bajar parsel bi parsel firotin, şaredarî bi milyonan lîreyî di binê deynan de hiştin.

TALANKERIYA QEYÛM

Li Qersê di sala 2019'an de HDP di hilbijartinên şaredariyê de bi ser ket û rêvebirina şaredariya bajêr bi dest xist. Lê belê 2'ê Cotmeha 2020'î Turker Oksuz weke qeyûm lê hate tayînkirin û dest danî ser şaredariyê. Piştî ku Oksuz şaredarî xist binê deynan, Ziya Polat weke qeyûm li şûna wî hate danîn.

KREDIYÊN JI MILYONAN LÎREYÎ

Qeyûman di nava 4 salên derbasbûyî de şaredarî xistin binê deynên giran. Di dema qeyûm Turker Oksuz û Ziya Polat de bêyî biryara meclîsê ji Banka Bajaran bi giştî 195 milyon TL kredî hate kişandin.

117 MALÊN GEL HATIN FIROTIN

Qeyûman li Qersê ne tenê kredî kişandin, di heman demê de malên nayên veguhestin ên gel jî firotin. 117 malên li 57 taxên Qersê bêyî biryara gel hatin firotin ku nehate eşkerekirin bê ji kê re hatin firotin.

Qeyûmên ku malên şaredariyê firotin, ji bo bajêr xizmeteke bi tenê jî nekirin. Li Qersê ku yek ji bajarên herî xizan ê Tirkiyeyê ye sergo jî nehate komkirin. Tifaqa AKP-MHP'ê di hilbijartinên 29'ê Adara 2024'an de bi rêya leşkerên ku ji derve xist nava bajêr, careke din dest danî ser Şaredariya Qersê.