Qetlîamên dewleta Tirk wê li Parlementoya Swêdê were nîqaşkirin

Qetlîamên ji ber bomberdûmanên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û girtin wê li Parlementoya Swêdê were nîqaşkirin.

Parlementera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh bi pirsnameyek ev mesele anî rojeva parlementoyê û dixwaze ku bila girtina rojnamegerên ku serhildanên gel kiribûn nûçe û Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ew girtibûn, bila were nîqaşkirin.

Kakabaveh di pirsnameya xwe de diyar kir ku yekîneyên taybet ên Tirk ji sala 1992’an û vir ve sînorê Iraqê derbas dikin û derbasî Başûrê Kurdistanê dibin. Kakabaveh got ku, “Dewleta Tirk mafên serweriya Iraqê binpê kiriye û li wê derê bi sedan kes kuştiye. Gundên wê derê wêran kiriye û gel di nav fikaran de dijîn.”

Kakabaveh diyar kir ku dewleta Tirk li ser axa Iraqê gelek baregehên leşkerî ava kiriye û bal kişand ser vî tiştî ku tiştên ku Tirkiyeyê li Iraqê kiriye wekî dagirkeriya wê ya Efrînê ye û ji xeynî sûcê li dijî hiqûqê ne tiştekî din e.

DIVÊ DEWLETA TIRK LI HEMBERÎ SERXWEBÛNA IRAQÊ BI HURMET BE

Kakabaveh diyar kir ku him Parlementoya Iraqê û him jî Parlementoya Herêma Kurdistanê di salên 2003 û 2008’an de ji dewleta Tirk xwestiye ku ji nav sînorên wê derkeve. Kakabaveh got ku, “Di 29’ê Çileyê de gelên li Dêralûk û Şêladizê li hemberî baregehên dewleta Tirk serî hildan. Leşkerên Tirk gule li ser xwepêşanderan reşand û hin ciwan birîndar bûn û hin ciwan jî hatin qetilkirin. Lê piştre Rêveberiya Hikumeta Herêma Kurdistanê ji dêvila ku leşkerên Tirk protesto bike, rojnamegerên ku ev serhildan kiribûn nûçe, ew girtin. Dema ku min ev pirsname dinivîsand, rojnameger Şîrvan Şîrvanî piştî rûniştina dozê nehatiye diyarkirin ku ew birine ku derê. Li Başûrê Kurdistanê rojnameger Serdeşt Osman û Kawa Germiyanî hatibûn qetilkirin. Li ser vî esasî me ji Wezîrê Karê Derve yê Swêdê Margot Wallstrom re pirsî ji bo ku leşkerên dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê derkeve û bomberdûman were sekinandin, gelo di çarçoveya Yekîtiya Ewropayê de dixwaze çi bike?”

BERZANÎ JI DÊVILA KU HEMWELATIYÊN XWE BIPARÊZE, WAN DIGIRE

Kakabaveh diyar kir ku rejîma Berzanî ji dêvila ku hemwelatiyên xwe biparêze, wan digire. Bi ser de rojnamegeran jî digire. Kakabaveh got ku, “Rêveberiyeke ku nikaribe mafên gelên xwe biparêze, ne welatên cîran û ne jî welatên cîhanê hurmetê nade wan. Ji ber vê jî divê li dijî êrîşên dewleta Tirk bin.”

Kakabaveh diyar kir ku Swêd ji bo pêşketina demokrasiyê alîkariya maddî û leşkerî dide Herêma Federal a Kurdistanê. Kakabaveh ji hikumeta Swêdê xwest ku ji bo serbestberdana rojnamegerên ku li Başûrê Kurdistanê hatine girtin, bila têkevin nav hewldanan.