Qanûn xwe dispêre cihêkariya welatî-dijmin

Qanûna li ser guhertina bicihanîna ceza, tevî ku li dijî pîvana wekheviyê ye, bi dengên AKP û MHP'ê hate qebûlkirin.

Pêşnûme Qanûna li ser Guhertina Hin Qanûnan û Qanûna Têkildarî Bicihanînê ya Tevdîrên Ewlekariyê û Ceza, ku ji aliyê AKP û MHP'ê ve hate qebûlkirin, li Komîsyona Edaletê ya Meclîsê, tevî îtirazên HDP'ê û civakê, li gel ku li dijî daxwaza 'wekheviyê' ya civakê ye, hate qebûlkirin. Di pêşnûmeyê de ji aliyê bicihanîna ceza ve gelek guhertinên erênî tên kirin, lê belê girtiyên siyasî li derve tên hiştin. Pêşnûme qanûna ku bi şewba Covîd-19 kete rojevê, jiyana bi hezaran girtiyan dixe metirsiyê. Parêzerê Komeleya Hiqûqnasan a Azadiyê Emran Baran li ser guhertina qanûnî axivî.

Baran diyar kir, pêşnûme li dijî pîvana wekheviyê ya qanûnan û destûra bingehîn li gorî cihêkariya 'welatî-dijmin' hatiye amadekirin û got, "Li şûna ku hiqûqa ceza ya dijmin ji holê rake, vê cudahiyê mezintir dike. Hin guhertin di nav de hene ku bi kêrî aştiya civakî nayên."

Baran destnîşan kir, bi pêşnûme qanûnê re tê xwestin, girtiyên weke 'welatî' tên dîtin bi şert bên berdan û bi usûlên taybet zû bên berdan, li girtiyên siyasî yên weke 'dijminê ku divê li dij têkoşîn bê kirin' li derveyî pêşnûme qanûnê hatine hiştin.

Baran got, ji bo girtiyên siyasî karibin ji şertê berdana bi kontrolê sûdê werbigirin, wê rewşa li gorî pîvanên 'gelo amade ye bi civakê re bibe ye', 'rîsk heye ku careke din sûc bikin', 'ji sûcê kiriye poşman e yan na' ji aliyê saziyên îdarî û çavdêriyê ve bê nirxandin. Baran destnîşan kir ku ev yek jî wê ji nirxandina kêfî ya wan saziyan re bê hiştin.

Bi dewamî Baran anî ziman ku di pêşnûmeyê de ji bo girtiyên bi nexweşiya giran, astengdar û temendirêj hin guhertinên erênî tên kirin, lê belê ji ber ku girtiyên siyasî li derveyî wê jî tên hiştin, wê nikaribin jê sûdê werbigirin.