"Qada têkoşînê êdî ya ciwana ye"
"Qada têkoşînê êdî ya ciwana ye"
"Qada têkoşînê êdî ya ciwana ye"
Civînên KCD'ê û BDP'ê yên bi gel re li Wan, Mûş, Bedlîs, Şirnex û Mêrdînê dewam kirin. Di civînan de hat destnîşankirin, ku bi vekişîna gerîla re, qada têkoşînê hîn bêtir ji ciwanên Kurd maye.
Rêxistina BDP'ê li taxa Akkopru ya Wanê bi tevlêbuna endam û reveberên BDP'ê civîna gel pêk anî. Di civinê de Hevseroka BDP'ê ya Wanê Fîgen Yaşar, bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Amedê û diyar kir ku ji bo gelê kurd manifesto ye. Yaşar, da zanîn ku bi vekişîna HPG'ê re divê êdî ciwanên kurd şûna wan tije bike û di qada sivîl û civakî de gavên xurt bavêjin û tev li pêvajoyê bibin. Yaşar, da zanîn ku bêtir kar û berpirsiyar dikeve ser milê ciwanên kurt û lazime û bêtir bi rêxistinî û zanebûn tev bigerin.
BDP'ê li taxa Şabaniye ya Wanê jî civîna gel pêk anî.
MÛŞ
Heyeta BDP'ê ya Mûşê ku di navd e Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, endam û reveberê BDP'ê û gelek kesên din ji cih digire çûn Bajaroka Qizilxaçê civîna gel pêk anî. Di civînê de Parlamenterê BDP'ê Demîr Çelik, anî ziman ku ew dizanin di vê pêvajoyê de berpirsiyar û karekî mezin dikeve ser milê wan û divê ji bo aştî û demokrasiyê bêtir bixebitin. Çelîk, anî ziman ku PKK'ê di 8'ê Gulanê de dest bi vekişîna hêza gerilla kiriye û xwest her kes tev li vê planê bibe.
NORŞÎN
Rêxistina BDP û KCD'ê jî bi heman armancê beriya civîna ku di 12'ê Gulanê de li Norşînê bê lidarxistin li nava welatî û esnafan belavokên banga tevlêbûna mîtîngê hat kirin. Rêveberê BDP'ê yê Norşînê diyar kirin ku dê saet di 10.00'ê 12'ê Gulanê de li qada Roboskî mîtîngê pêk bînin.
SÎLOPÎ
Rêxistina BDP'ê ya Sîlopiyê jî bi heman armancê li taxên Yenîşehir, Başak û Barbarosê civînên gel pêk anîn. Di civinên gel de bi sedan kes amade bûn. Dİ civînê de nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin.
Piştî civînê ciwanan bertek nîşanî polîsên ku hatin taxê dan û xwestin polîs ji taxê dûr bikevin. Ji ber ku polîs ji taxê dûr nexetin ciwanan bi kevir û molotofan bersîv da polîsan. Welatiyê di pevçûnê de birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê.
MÊRDÎN
Rêxisitna BDP'ê ya Mêrdînê jî li navçeyên Kerboran, gundê Amara, taxa Bahçebaşi civînên ge pêk anî.
Di civînan de alên PKK'ê û Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Civînê piştî rêzgirtinê test pê kir. Hevserokê BDP'e yê Mêrdînê Reşat Kaymaz, di civînê de axivî û wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan her tim aştî parast. Gelê kurd bi têkoşîna xwe aştî bi dest xistiye. Daxwazên me yên sereke û teqez azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan, makeqanûna demokratîk, rakirina pergala cerdevaniyê, paqijkirina mayinên çandî, berdana girtiyên siyasî û parastina mafên kurdan daxazên wan ên esasî û bingehîn in. "
Girsê di civînêde siloganên "Bê serok jiyan nabe", "Biji serok Apo" û "Ciwan Fedaiyên Apo ne" berz kir.
DÊRIK
Li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî jî rêxistina BDP û KCD'ê li gundê Şabana, bi tevlêbûna sedan kesan civîna gel pêk anî. Li vir jî geşedanên dawî hatin hiqaşkirin û xwest gel bêtir li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û proja wî xwedî derkevin.
QOSER
Rêxistina BDP'ê ya Qoserê jî li gundên Dihêm, Meşkok, Girgevrê civînên gel pêk anîn. Di civînan de bi sedan welatî amade bûn û daxwaz û pêşniyarên xwe anîn ziman.