PYD: Berxwedana Efrînê rûyê din ê berxwedana Kobanê ye

PYD'ê êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê şermezar kir û ji Rûsya û DYA xwest ku helwesta xwe ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk zelal bikin.

PYD'ê li ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku berxwedana Efrînê rûyê din ê berxwedana Kobanê ye. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Qedera dewleta Tirk û çeteyên wê, wê bişibe qedera çeteyên DAÎŞ'ê ya li Kobanê."

Daxuyanî wiha ye:

"Berxwedana gelê Efrînê wê heta serketinê dewam bike. Careke din isbat bû ku rejîma Tirkiyê mezintirîn aliyê ku piştgiriya rêxistinên terorist dike û hewl dide ku dawiya wê neyê. Rejîma Tirkiyê ku DAÎŞ’ê bi piştgiriya wê û ji ba wê derketiye hole beriya zêdeyî 2 salan rê da DAÎŞ’ê ku êrîş bike, niha jî bi hemû hêza xwe ji bo DAÎŞ û komên din ên çekdar bi hêzê bike, tevdigere. Ev yek bi zêdekirina gef û bombebarana Efrîna ku ji aliyê şêniyên xwe ve tê birêvebirin, pêk tê. Efrîn bi ewlekariya xwe bibû navenda bi hezaran welatiyên Sûriyê yên koçber.

Rewşa aram a Efrînê ne li gorî siyaset û pîlanên rejîma Tirkiyê bû, bi taybet piştî ku derbeyên giran li çeteyên DAÎŞ’ê û hevkarên wê ketin zêde bû. Piştî şerê rizgarkirina Reqayê ku bi pêşengtiya YPG, YPJ û hemû hêzên QSD’ê pêk hat, ev zêde bû. Dewleta Tirk ku isbat bû piştgiriya çeteyan dike ji şerê rizgarkirina Reqayê hate dûrxistin.

Dewleta Tirk ku di hindirê xwe de aloziyeke li hindir û derve ya mezin jiyan dike, ji destpêkê ve û heta niha bi behaneyên xwe yê çêdike aloziyan derdixîne da ku êrîşî Efrînê bike. Di rastî de armanca wê bi vê yekê ew e ku aloziya xwe ya hindirîn derbixe derve. Erdogan bi niyeta xwe ya dagirkirina Efrînê dixwaze berê her kesî bide bir û wiha dosyayên xwe yên bazirganiyê veşêre.

Piştî teslîmkirina Helebê ji rejîma Sûriyê re ku niha jî bi radestkirina beşek mezin ji Idlibê didomîne. Ev yek bi destwerdana wê ya yekser an jî di riya çeteyan re pêk tê, ew  wiha siyasetên xwe li herêmê pêk tîne. Ew niha jî dixwaze Efrînê dagir bike. Ev êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê di dema ku gelê Rojava-Bakurê Sûriyê salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser bibîr tîne ku derbasî sala xwe ya çaran dibe pêk tîne. RÊveberiya xweser ku bû bingeha Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ku nûnertiya sîstema demokratîk a çareserkirina aloziya Sûriyê dike.

Em di Meclîsa Giştî ya PYD’ê de di dema ku em salvegera 4’an a damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz dikin, em êrîşên li ser gelê sivîl ê Efrînê bi tundî şermezar dikin. Em careke din tekez dikin ku hemû gelê Sûriyê ji êrîşên Efrînê zirarê dibîne. Êrîşa li ser Efrînê li dijî pirojeya demokratîk a herêmê ye.

Divê Rûsya û Amarîka helwesta xwe ya derbarê bombebarana dijminane nîşan bidin û dev ji nezelaliya helwesta xwe berde. Ne zelalbûna helwesta wê tê wateya ku ji dewleta Tirk re erêkirine ku êrîşê pêk bîne.

Divê hemû Kurdistaniyên li cîhanê li gel berxwedana Efrînê û gelê wê bin. Li Efrînê projeya demokratîk a li ser esasê biratiya gelan û jiyana hevbeş pêk tê.

Em soz didin ku ku wê berxwedana Efrînê wê bibe ruyê din ê berxwedana Kobanê. Wê çarenûsa dewleta Tirk a êrîşkar bibe çareserenûsa çeteyên DAÎŞ’ê ya li Kobanê. Em bang li civaka navdewletî û NY, Komeleya giştî û Konseya Ewlekariyê dikin ku ku li gorî pîvan û belgeyên xwe tevbigrin û êrîşa wan a li ser herêmên bi ewle rawestîn in. Careke din em dibêjin ku wê Efrîn hemû dijminên xwe têk bibe."