Projeyên destûbiratiyê yên di navbera Tirkiyê û Elmanya de betal bûn!
Krîza di navbera desthilatdariya Erdogan û hikûmeta Elman de projeyên bajarên destûbira yên di navbera du welatan de betal kir.
Krîza di navbera desthilatdariya Erdogan û hikûmeta Elman de projeyên bajarên destûbira yên di navbera du welatan de betal kir.
Rêveberiyên gelek bajarên Elman xebatên hevpar ên ku bi şaredariyên partner ên Tirkiyê re bi rê ve dibirin dane rawestandin.
Bi salan e ku gelek bajarên mezin ên Elmanya bi bajarekî Tirkiyê re projeya şaredariya destûbira bi rê ve dibirin. Krîza ku piştî ku rejîma Erdogan welatiyên Elmanya kirin rehîn û pêkirinên hikûmeta Merkel ên li ser hikûmeta Tirk bû sedem ku projeyên bajarên destûbira rawestin.
Di nav wan bajarên Elman de ku bi bajarên Tirkiyê re destûrbira ne bajarên weke Koln, Dortmund, Duîsburg, Obeshausen û Hamm tên. Berdevkê rêveberya bajêr ê Dortmundê Mîchael Meînders ji ajansa EPD’ê re axivî û got têkiliyên wan bi Trabzonê re ku şaredariyên destûrbira bûn hatine ber rawestandinê.
Daxuyaniyeke weke vê ji hêla rêvebriya bajêr ê Duîsbûrgê ve hat. Berdevkê rêveberiya bajêr Jorn Eser got têkiliyên wan ên bi Dîlokê re hatine ber rewşa rawestandinê û got, ‘’Em nikarin xwe bigihînin partnerên xwe yên Tirkiyê.’’ Duîsbûrgê diyar kir ku halê hazire ew li ser Dîlokê ne xwedî proje û plansaziya geştê ne.
RÊVEBERIYA BAJÊR A HAMM’Ê BIRYAR STAND!
Bi heman rengî rêvberiya bajêr a Oberhaûsê jî projeyên xwe yên bi şaredariya Mêrsînê re dane rawestandin. Rêveberiya Oberhaûsên got wan plan dikirin ku bi 150’î ciwanên Elman geştekê bikin lê ji bo projeya pevguherîna mêvanan a ku jê re ‘Multî’ tê gotin wan ji Mêrsînê ti bersiv nestandine.
Her wiha meclîsa bajêr a Hammê ya Eyaleta Vestfalya ya Bakurê Renê jî plana geştê ya bi şaredariya Afyonkarahîsarê re da rawestandin. Bi biryara meclîsa bajêr şandeya ji 46 kesan pêk dihat ku wê Tebaxê biçûna Afyonkarahîsarê nema diçe
SEDEMA KOLNÊ JÎ EW E KU STANBOLÊ GOT ‘NA’
Berevajî bajarên dî yê Elman tenê Koln dixwaze projeya bajarê destûbira bidomîne. Şaredarê Kolnê Henrîett Reker got, ‘Ji bela serê Erdogan em nikarin Stenbolê hemûyî ceza bikin’ û got ew ê projeyên xwe yên li gel Stenbolê nedin rawestandin.
Şaredarê Kolên diyar kir ku hilbijêrên Stenbolê, ji nîvî zêdetirê wan 16’ê Nîsanê ji Erdogan re gotine ‘NA’ û got wan projeya destûbira ne bi Erdogan re lê bi Stenbolê re kirine k 15 milyon mirov lê dijîn.’’