‘Projeya çêkirina mizgeftan a li gundên Elewî’
‘Projeya çêkirina mizgeftan a li gundên Elewî’
‘Projeya çêkirina mizgeftan a li gundên Elewî’
Hevseroka Komeleya Elewiya a Demokratîk ya Azad Elmas Çalişkan, da zanîn ku projeya ‘mizgeft-malacemê’ ya ku hattiye rojê, mala cemê ji xwe xweserbûna xwe dur dixe û ligel vê evê wateya ku li li gundên Elewiyan mizgeftan çêbikin. Çalişkan destnîşan kir ku Îzzetîn Dogan yên ku piştgiriyê dide projeyê nasnameya wî ya rast ji aliyê Elewiyan ve baş tê zanîn û da zanîn ku di mîtînga ku sibê li Kadikoyê pêk tînin de dê ji polîtîkayên asîmîlasyonê yê hikûmetê re bêjin êdî bes e.
Elmas Çalişkan beriya mîtînga ku dê sibê pêk were, pirsên ANF’ê bersivand.
Daxwaza sereke ya mîtînga sibê ‘welatîbûna wekhev e’. Ev daxwaz tê çi wateyê bo Elewiyan. Hunê di kîjan rewşê de bêjin ‘Welatîbûna wekhev’?
Heta îro Elewîtî wek baweriyekê nehat qebûlkirin. Elewiyan îbadeta xwe veşarî kirin. Em dixwazin nasname û baweriya me bikevin bi ewlehiya kanûnî. Heta ewlehiya makeqanûnî tunebe, welatîbûna wekhev nabe. Welatîbûna wekhev, ancax bi dawîkirina pêkanîna ‘dewleta olî’ pêk were. Ol manevîyate. Têkiliyeke di navbera xweda û kes de ye. Lê li Tirkiyeyê Wezareta karê Diyanetê heye. Ola dewletê jî Sunnî Îslame. Her kes wekê ku mensubê ola Sunnî Îslamê ye tê qebûlkirin. Hemû baweriyên din tune tên hesibandin. Dersa ku hatiye mecburîkirin jî mînaka vê ye. Ji bo welatîbûna wekhev divê ev jî bê rakirin.
Beriya hikûmet pakêta demokrasiyê aşkera bike, behsa berlêvekirineke bo Elewiyan hat kirin. Lê di pakêtê de der barê elewiyan de tu sererastkirinek hebû, guherîna navê Zanîngeha Nevşehîrê. Hun vê çawa dibînin?
Bi vî awayî mafê Elewiyan nadinê. Ger dewlet samîmî be, divê navê Yavuz Sultan Selîm li pira 3’emîn neke. Piştre divê daxwazên din yên Elewiyan bînin cih. Hikûmet bi guherîna navekê me dide sekinandin. Lê em wisa naxapin.
LI GUNDÊN ELEWIYAN DÊ MIZGEFTAN ÇÊBIKIN
Demeke projeya mizgeft-malacemê di rojevê deye. Niyeta hikûmetê ya der barê vê projeyê de çiye?
Tuzluçayîr bi taybet hatiye hilbijartin. Taxeke ku nifûsa Elewiyan lê zêde ye. Her wiha şoreşger û demokrat zêde li wir dijîn. Dixwazin peyama ‘em li ku derê bixwazin emê çêbikin’ bidin Elewiyan. Her wiha bi salene hewl didan li gundên Elewiyan mizgeftan çêbikin. Bi vî awayî dixwesetin malacemê hilweşîne ji rastiya wê dur bixînin. Li aliyê din jî dixwazin bi vê projeyê li gundên Elewî mizgeftan çêbikin.
ODEYA HERÎ MEZIN A MALÊ DIBÛ MALACEMÊ
Hun maleke cemê ya çawa dixwazin?
Ez li gund mezin bûm. Kal dihatin gund, diketin odeya herî mezin a malê. Kalê û pîrên me ji dewletê maaş negirtin. Dewletê ew qebûl nekirin. Taybetiya herî mezin ya baweriya elewiyan yek jê eve ku qet tevli karê dewletê nebû. Bi saya vê demokrasî pêk anî. Elewiyan bi salan baweriya xwe bi derfetên xwe pêşve bir. Tu piştgirî ji dewletê negirtin. Ji vir şûnde jî em naxwazin. Lê em dixwazin, bawerî, nasname û îbadeta me bê nasîn. Îbadetxane cihên ku cenazeyê me lê radibin e.
RUYÊ RAST YÊ ÎZZETTÎN DOGAN HAT DÎTIN
Serokê Weqfa Cemê, Îzzettîn Dogan piştgirî da projeya mizgeft-malacemê. Dogan dixwaze çibike?
Polîtîkaya parçe bike, ji hev biqetîne, birêve bibe dide meşandin. Dewlet bi hevkariya Dogan dixwaze wisa bike.
Qiymet û bandora Dogan di nava Elewiyan de heye an na?
Ruyê rast yê Dogan ji aliyê Elewiyan ve hat dîtin. Bi taybet bi projeya mizgeft-malacemê, niyeta wî derket holê.
Hun dibêjin Elewî tevli desthilatdariyê nebûn. Piştgiriya Elewiyana ya bo CHP’ê tê zanîn. Fikra CHP’ê jî heta demek berê desthilatdarî bû..
Di îlankirina Komarê re bi qanûna Tekke û Zaviyeyan re dergahên me hatin girtin. bi vî awayî cihên ku em xwe bigihînin tunebûn, çavkaniya zanînên me hatin hişkirin. Ya duyemîn di dema komarê de beşeke mezin a Elewiyan di bin qirkirinê re derbas bûn. Vê jî Elewî tirsand. Xwestin li gel yên bi hêz cih bigirin. Bandora dema yek partibûnê çêbû, riyek din tunebû. Lê ev hêdî hêdî di demên dawî de dişikê.
Mîtînga 3’ê mijdarê beriya hilbijartinên herêmî pêk tê. Elewî dê çi bêjin di van hilbijartinana de?
Beriya her tiştî divê Elewî nebin baxçeyê dawî. Ji sedî 85’ê elewiyan dengên xwe didin CHP’ê. Temsiliyeta Elewiyan ya di CHP’ê de ji sedî 15 ye. Divê elewî vê bibînin. Elewî êdî diguherin. Ne wek berê ne. Sibê emê bi yek dengî bêjin ‘ dawî li polîtîkayên asîmîlyonê bînin.”