Akademîsyen Prof Dr Korkut Boratav diyar kir ku hikûmeta AKP’ê bi pîvaneke mezin aborî teslîmê tevgerên çavkaniyên derve kiriye û wiha got: “Di 2013’an de aboriya Tikriyeyê dibe ku weke sala 2009’an bikeve qeyranê.”
Aboriya Tirkiyeyê ev saleke di bin bendewariyan de mezin dibe û ligel sozên hikûmetê di çaryeka dawî ya salê de li pey hev zam hatin kirin. Di mehên dawî de betalî jî zêde bû û zindîbûna aboriyê ya salên dawî a Tirkiyeyê li pişt ma û nîqaşên di geşedenake biçûk de tê aborî bikeve aloziyê zêde bûn.
Prof Dr Korkut Boratav diyar kir ku di sala 2013’an de dibe ku Tirkiye wekê sala 2009’an bikeve qeyranê. Boratav wiha got: “AKP di 2012’an de rola xw eya piyasayê zêde kiriye. AKP di pêkanîna polîtîkayên neolîberal de fanatîk e. Ev taybetî jî ji bo çina gelan û kedê bi awayekî sîstematîk xeter e. Ev jî encamên zêdebûna girêdana derve ya aboriyê û rawestandinê derdixe holê.”
ALIYÊN HEWCEDARÊ TÊKETINA DOWÎZÊ NE
Boratav wiha got: “AKP sînyalên berhevbûnê nade. Aborî bi rêjeyeke mezin teslîmê çavkaniyên derve kiriye. Di 2012’an de piştî rawestandinê, sermayeya biyanî ket Tirkiyeyê û bi taybetî pereyê germ dê 12 mehan bikeve. Bendewariya derdorên kar û AKP’ê ew e ku di mehên dawî de zindîbûna di têketina dovîzan de hatiye destpêkirin, di 2013’an de bidome û wiha got: “Lê ger rawestandin bidome, cîhana derve şikestinê bijî, aboriya Tirkiyeyê dê wekê sala 2009’an berbi qeyranê ve biçe.”
Boratav ragihand ku di xerabûna aboriyê re dê careke din gel hedef bê girtin û got: “Ger aborî raweste, yanî biçûk be, karsaz dê tazmînata kidemê nede karkeran û karkeran ji kar derxîne.”
KARNEYA AKP NE SERKEFTINÊ
Boratav bal kişand ser gotina Erdogan ‘Mezinbûnê’ û wiha got: “Vê bandor li ser girseya gel a berfireh nekiriye. Di serdemên nûjen de mezinbûn ji bo hemû aboriyan bê îstîsna taybetiyeke. Li welatên wekê Tikriyeyê ku kêm pêşve çûye du pirs dertên pêşberî me: di nava vê pêvajoya mezinbûnê de di navbera çînan de belavbûna hatinê çawa guheriye? Mezinbûn welat ji kêm pêşveçûnê xilas dike? Dema mirov li 10 salên AKP’ê dinêrin bersiv ne erênî ne: Belavbûna hatinê bi awayekî zelal li dijî çîna kedkaran guheriye. Ligel krîzeke giran hat ser desthilatdariyê, di nav 10 salan de lezgîniya mezinbûna wê bi ji sedî 4.7 sînor maye. Yanî bi kurtasî karneya AKP’ê ne serkeftiye, têk çûye.”
LI BAJARÊN KURDAN KAPÎTALÎZM ZÊDETIR E
Boratav wiha pê de çû: “AKP ligel polîtîkaya xwe ya şer, hedefa têkçûna kurdan jî girtiye. Di nava çîna gundî û karkeran de cihê kurdan girînge. Her wiha li bajarên kurdan kapîtalîzm û têkiliyên hilberînê yên beriya kapîtalîzmê li gorî herêmên din zêdetir e.”