Polîtîkayên şer ên AKP’ê li Rotterdamê hatin protestokirin
Polîtîkayên şer ên AKP’ê li bajarê Rotterdamê Holandayê li pêşiya Sefaretxaneya Tirk hat protestokirin.
Polîtîkayên şer ên AKP’ê li bajarê Rotterdamê Holandayê li pêşiya Sefaretxaneya Tirk hat protestokirin.
Polîtîkayên şer ên AKP’ê li bajarê Rotterdam ê Holanda li pêşiya Sefaretxaneya Tirk hat protestokirin.
Di çalakiya ku ji aliyê Yekîtiya Hêza Demokratîk a Holandayê ve hat lidarxistin, li hemberî AKP’ê hers zêde bûn. Çalakvanan ji bo kesên di encama êrîşa polîsên AKP’ê de jiyana xwe ji dest dane destegula reş danîn pêş sefaretxaneyê.
Di çalakiya ku piştre hat lidarxistin, hat diyarkirin Kurd li hemberî êrîşên qetlîamker dixwazin bi ragihandina xwerêveberiyê xwe li dijî dewletê bixin parastinê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku qanûna Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan nas nake çima Kurd nas bikin hat pirsîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk hiqûqa şer nas nake, sivîlan qetil dike, cenazeyên gerîlayan teşhîr dike, bi hovîtiyeke DAIŞ’warî li hemberî Kurdan şer dide meşandin. Her wiha hat gotin ku AKP ji bo dengên xwe zêde bike sûcê şer dike.