Polîsên Tirk ên bi fermana Erdogan dîsa bi ser HDP'ê de girtin
Bi çarçoweya operasyona qirkirinên siyasî polîsên Tirk ên bi fermana Erdogan bi ser avahiya navçeya HDP'ê ya Nazillî de girtin, hevserok Sînan Bayrak destgîr kirin.
Bi çarçoweya operasyona qirkirinên siyasî polîsên Tirk ên bi fermana Erdogan bi ser avahiya navçeya HDP'ê ya Nazillî de girtin, hevserok Sînan Bayrak destgîr kirin.
Berê sibehê polîsên Tirk ên bi fermana Erdogan, li navçeya Nazillîyê ya Aydinê bi ser avahiya HDP'ê de girtin. Polîsên Tirk dora avahiyê pêçan, ketin nav avahiyê û avahî seht kirin.
Polîsan dema sehtkirina avahiyê, bi rengekî kêfî dest li ser ewraq û malzemeyên dijîtal ên partiyê danîn, Hevserokê Navçeyê yê HDP'ê Sînan Bayrak destgîr kirin.
Bayrak birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.
Balkêş e, ji dema ku pêvajoya hilbijartina xwecih dest pê kiriye, di serî de Erdogan û Wezîrê wî yê Karê Navxwe HDP'ê zêdetir dikin hedefa xwe, gefan li HDP'ê dixwin û bi sedan rêveber, hevserok û namzetên HDP'ê hatine destgîrkirin û girtin.
Ev jî wiha tê şîrovekirin ku stratejiya HDP'ê ya, ''Em ê li Kurdistanê bi ser bikevin, li Tirkiyê bi AKP-MHP'ê bidin windakirin'' çendî serkeftî ye û çawa dor li tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê teng kiriye. Her wiha nîşan dide ku AKP-MHP ditirsin ku di hilbijartinê de têk biçin.