Polîsên Tirk du çalakvanên jin qetil kirin

Li Bayrampaşayê, di şerê piştî çalakiya li hemberî midûriyeta polîsan de 2 çalakvanên jin jiyana xwe ji dest dan.

Li Bayrampaşayê, di şerê piştî çalakiya li hemberî midûriyeta polîsan de 2 çalakvanên jin jiyana xwe ji dest dan. Her du çalakvanên jin piştî çalakiyê xwe spartibûn jêrzemîna avahiyek li Kolana Gazî.

Avahî ji aliyê polîsên 'tevgera taybet' ên Tirk ve hatibû dorpêçkirin. Di encama şerê bi qasî saetekê dewam kir de 2 çalakvanên jin jiyana xwe ji dest dan.