Polîsên Elman wê ji bo hilbijartinê tedbîrên ewlekariyê bigirin!

Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê wê dengdana li Elmanyayê 7'ê Hezîranê roja Pêncşemê dest pê bike. Li 13 bajarên ku sindoq lê bên danîn wê polîsên Elman tedbîrên berfireh ên ewlekariyê bigirin.

Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, dengdana li Elmanyayê vê hefteyê dest pê dike. Hejmara dengdêrên li Elmanyayê, li gorî referandûma 16'ê Nîsanê 15 hezarên din zêde bû û bû milyonek û 445 hezar û 33 kes.

Dengdana li Elmanyayê wê 7'ê Hezîranê roja Pêncşemê saet 9'an dest pê bike û heta 19'ê Hezîranê dewam dike. Deng her roj wê heta saet 21'ê bê dayin. Dema dengdanê ya li Elmanya, Fransa û Awûstûryayê wê weke hev be. Lê belê dengdana li deriyên sînor ku 7'ê Hezîranê dest pê dike, wê heta 24'ê Hezîranê bidome.

Li bajarên Berlin, Frankfurt, Stuttgart, Essen, Dusseldorf, Munchen, Karlsruhe, Hannover, Munster, Nurnberg, Hamburg û Mainzê sindoqên dengdanê bên danîn. Ji bilî Essen, Hannover, Munchen û Nurnbergê wê sindoq li Serkonsolosxaneyên Tirkiyeyê bên danîn.

Li eyaleta Nordrhein Westfalenê ku nîv milyon hilbijêr lê ne, polîs wê tedbîrên berfireh ên ewlekariyê bigirin. Berdevkê polîsên Dusseldorfê Markus Niesczery ji rojnameya Bild re axivî û got, ji bo ewlekariya dengdanê wê bi xurtî bi erk û wezîfeya xwe rabin.

Rayedarên polîsên Essenê jî dan xuyakirin ku li ser dengdanê ti gefa ewlekariyê nîne. Yekîneyên ewlekariyê yên Elman bi fikar in ku alîgirên partiyên cuda li navendên dengdanê bi hev bikevin.