Polîsê tacizcî yê yurda jinan dişopand hate berdan

Li navçeya Şax a Wanê polîsê ku li odeya kamerayên mobeseyê ji şipakeya pansyonekî ku jin lê dima dinêrî û jin tacîz dikir ku hefteya borî hatibû destgîrkirin hate berdan.

Piştî destdirêjiya çawîşên pispor a li jin û zarokan a li Mêrdîn û Êlihê li navçeya Şax a Wanê polîsekî tîma taybet derket holê ku bi kamerayên mobesa li pansyona ku jin lê diman dinêrî taciz dikir, li ser giliyê hatin kirin, hate destgîrkirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, polîs E.A yê li odeya kamerayên mobesa ya Qereqola Çatak dema bi kamerayan li derdor dinêrî, berê kamereyan da şibakeya pansyona ku jin lê dima. Li ser giliyên ku E.A bi kamerayên mobeseyê jinên li yurda jinan dinêrî, hate destgîrkirin. Dema li qeydên kamerayan hate nêrîn hate dîtin ku E.A kamereyan demekê li ser yurda jinan sekinandiye û lê nêriye.

polîsê Tîma Taybet E.A yê derxist pêşberî Serdozgeriya Komarê ya Şaxê, bi sûcê ‘Binpêkirina veşarîbûna jiyana taybet, taciza zayendî û erka xwe xirab bikaranînê’ 25’ê Tîrmeha 2020’ê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Polîs E.A yê derxistin pêşberî Dadgeha Ceza ya Sulh a Şaxê di îfadeya xwe de diyar kir ku li odeya mobesa ya qerqolê ya li aliyê herî jor a navenda navçeya Şaxê saet 16-17’an erkdar bû, li vir li navenda mobeseyê li derdor dinêrî.

Polîs E.A yê tacîzcî li dadgehê sûcên ku raberî wî hatin kirin red kir, ev got: “Min tenê aliyên ku jin lê bû ne nêrî, aliyê din ê dibistanê jî ji ber warê civakî piştî kontrol kir û şûnde, dema berê karmereyê hate aliyê jin lê, piştre jinek ma û vê jinê dema cilê xwe guherand, min jî berê kamerayê guherand, min fam kir ku vir pansyone û berê kamerayê dubare da dibistanê. Armanca min a li wir nêrandinê, kesên bi guman ên li wir, dîsa herêm herêmeke terorê ye. Di têkoşîna bi terorê re serketinên min ên mezin hene.”

Piştî îfadeyê dadgehê polîs E.A yê tacizcî bi şertê kontrola edlî berda.