Polîsan teqawîtên 70 salî xist bin ablukayê!

Polîsan teqawîtên 70 salî xist bin ablukayê!

Polîsên AKP’ê ku di 1’ê Gulanê de êrîşê kedkar, xwendekaran kir vê carê jî endamên Emeklî-Sen yên girêdayê DÎSK’ê yên 70 salî kir.

Endamên Emeklî-Senê ku bi dxwaza doza girtina Emeklî-Senê encam bibe ji rawestgeha Travmayê ya Taksîmê berbi Şaxa Galatasaray meşiyan xwesetin faksê ji DMME’ê re bişînin. Lê wir rastî astengiya polîsan hatin. Endamên sendîkayên li Tramvay a Taksîmê daxuyanî dan û got: “Em dê li dijî van pêkanînên hovane yên faşîst ên darbeya 12’ê Îlonê ên Huseyîn Çapkin û Huseyîn Avnî Mutlu serî netewînin.”

Li ser navê girseyê seroka 3’emîn Şaxa Aksaraya a Emeklî Senê Rahîme Îldemîr daxuyanî xwend û got: “Emeklî-sen di 1995’an de hat avakirin. Her çiqas di makeqanûna TC û kanûna sendîkayê de destru tuenbe, ya Emeklî-Senê jî li ser kaxizê ma. Gelek sendîka rastî pêkanînên faşîzan yên 12’ê îlonê hatin.  Di 200’an de der barê Emeklî-Senê de biryara girtinê hat dayîn.

BANG LI DMME’Ê HAT KIRIN

Îldemîr der barê têkoşîna didin de jî wiha got: “me dosyaya xwe di 18’ê hezîrana 2008’an de şand DMME’ê.  DMME’ê der barê îdiayên me de bersiv xwest û dewletê jî bersiv dihat xwestin neda.ji wê rojê û şûnde me hêj agahî ji encama doza xwe negirtiye.”

Girseya ku piştî daxuyaniyê xwestin bimeşe rastî astegiya polîsan hatin.