Polîsan rê neda xwepêşandan li Beşîktaşê

Sendîka û odeyên pîşeyî xwestin li dijî qeyûman li Beşîktaşê xwepêşandanekê lidar bixin, lê polîsan rê li wan girt û ew astengkirin. Wekîlan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Federasyona Sendîkayên Karker ên Şoreşger (DÎSK), Federasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK), Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran ên Tirk (TMMOB) ji bo protestokirina desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê xwestin çalakiyekê bikin, lê polîsan ew astengkirin.

Sendîka û odeyên pîşeyî yên li Parka Barbarosê hatin ba hev, Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, Parlementerên HDP’ê Zuleyha Gulum, Serpîl Kemalbay, Ahmet Şik, Oya Ersoy, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Dilşat Canbaz Kaya û Parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî destek da çalakiyê.

Dema ku xwestin li pêşiya Parka Barbarosê daxuyanî bidin, polîs girse asteng kir. Li ser astengiya polîsan wekîlan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Dema ku çalakî destpê kir, polîsan gel ji qadê derxistin rê nedan ku biçin gel wekîlan.

Qada ku daxuyanî wê lê bihata kirin ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin, ketina gel a qadê hatiye astengkirin. Li ser vê di navbera rêveberên sendîka û polîsan de hevdîtin destpê kir.

Endamê Desteya Rêveberiya DÎSKê Kamber Saygili piştî hevdîtinan daxuyanî da û got: “Em li ber polîtîkayên zextê û dorpêça polîsan serî natewînin. Em bi hev re serkertin, em ê bi hev re biparêzin. Qeyûm wê biçin em ê bimînin.”

Parlementera HDP’ê ya Stnebolê Zuleyha Gulum jî axivî û got: “Nikarin bi zextê vî welatî bi rê ve bibin. Ev gel li ber vê zilmê serî natewîne, wê xwedî li vîna xwe derkeve. Em li vir in, em naçin. Em ê xwedî li mafê xwe derbikevin. Yên ku biçin hûn in. Em ê demokrasî û hiqûqê nîşanî we bidin.”

Piştre jî Parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû mafê axaftinê girt û nerazîbûn nîşanî astengiya polîsan da û got: “Qeyûm bûye sembola AKP’ê. Bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de qeyûm anîbin jî ne li gorî hiqûqê ye. Ev êrîşeke li dijî tercîhên Kurdan e. Em vê yekê napejirînin.”

Di çalakiyê de wekîlan bi yek dengî dirûşma ‘Em bi hev re serketin, em ê bi hev re biparêzin’ qîr kirin. Piştî demekê û şûnde wekîl çalakiya xwe domandin û piştre bi dirûşman dawî li çalakiyê anîn.