Polîsan li Silopiyayê kesek birîndar kirin
Li Silopiyayê polîsan gule li ciwanên xendek dikolandin reşandin û di vê êrîşê de Huseyîn Yîgît ê 41 salî birîndar bû.
Li Silopiyayê polîsan gule li ciwanên xendek dikolandin reşandin û di vê êrîşê de Huseyîn Yîgît ê 41 salî birîndar bû.
Li taxa Şehîd Harûn a navçeya Şirnex Silopiyayê, duh bi şev dengê çekan hat. Ciwanên li taxê xweparastin dikirin, xendek kolandin, lê rastî êrîşa bi çekê ya polîsan hatin.
Bi bihîstina dengê çekan re Huseyîn Yîgît (41) derket derve, lê guleyeke polîsan li milê wî ket. Yîgît ê birîndar rakirin Nexwşexaneya Dewletê ya Cizîrê.