Polîsan li Parka Yogûrtçûyê êrîşî rojnamevanan kir

Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP'ê li Parka Yogûrtûya Stenbolê dayî destpêkirin di roja 6'an de didome, bêtehemuliya polîsan a  li dijî Nobeta Wijdan û Edaletê didome.

Polîsên ku çalakiya Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP'ê li Parka Yogûrtûya Stenbolê dayî destpêkirin dorpêçkirin û ji bo Parlamenterên ku dixwazin serdan bikin astengiyan derdixîn. Dorpêça ku roja yekem destpêkirî di roja dawî de jî berdewam dike.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, rojnamevanên ku li parkê dixwestin dîmenan bikêşin hatine derxistin. Parlamenterên HDP'ê hewl dan ku nehêlin nûçegihanan derxînin lê polîsan bi gotinan zimandirêjî li parlamenteran jî kir.

HDP îro  wê bi daxuyaniyekê çalakiyê dewrî Wanê bike.