Derket holê, ciwanê li Esenlerê di xwepêşandana protestokirina AKP'ê de jiyana xwe ji dest da Firat Elma yê 17 salî ye. Polîsan piştî ku Elma qetil kirin, bêyî agahiyê bidin malbatê, cenaze birin Saziya Tipa Edlî.
Şevê din li navçeya Esenler a Stenbolê ciwanan bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê çalakî lidar xistin, lê rastî êrîşa çekdarî ya polîsan hatin. Di encama gulebaranê de polîsan ciwanê bi navê Firat Elma yê 17 salî qetil kirin û di çapemeniya şer de nûçeyên "Di pevçûna bi polîsan re terorîstek hat kuştin" hatin serwîskirin. Piştî Elma birîndar bû 4 kesên 2 jê zarok Elma hilgirtin hatin binçavkirin û piştî bûyerê polîsan bêyî agahiyê bidin malbatê cenazeyê Elma birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.
Serê sibehê malbat û xizmên Elma çûn Saziya Tipa Edlî. Li gorî agahiyên ji xizmên Elma hatin girtin, ne polîsan lê ciwanên li cem Elma agahî dan malbatê û li ser vê yekê malbat ji bo zarokê wan rakirin nexweşxaneyê hîn bibin li 112'an Serwîsa Lezgînî geriya, pirsa qeydan kir û ji wan bersiva: "Li aliyê Esenlerê banga ambûlansê girtin lê piştre hat betalkirin û polîsan got wê bi derfetên xwe rakirin nexweşxaneyê" dan.
Li aliyê din ji birayê Elma yê 15 salî M.E.E. ji şevê din ve agahî nayên girtin û li gel malbatê serî li nexweşxane û polîsan dan bersiva "kesekî wisa li vir nîn e" girtin.
Di dema bûyerê de ciwanekî din jî birîndar bû lê nayê zanîn ku birin kîjan nexweşxaneyê.
Cenazeyê Elma piştî karên otopsiyê wê bibin Amedê û li gundê Sergevra yê navçeya Bismîlê bê definkirin.