Polîsan Êrîşî pîrozbahiya Newrozê kirin
Li Esenyurtê polîsan êrîşî gelê ku xwestin Newrozê pîroz bikin kirin.
Li Esenyurtê polîsan êrîşî gelê ku xwestin Newrozê pîroz bikin kirin.
Li Taxa Pinarê ya Esenyurtê a Stenbolê gel ji bo pîrozbahiya Newrozê li ber Sîteya Fî Yapi kom bûn. Jinan cilên xwe yên neteweyî li xwe kirin û hatin qadê, ciwan jî bi dirûşma "Ciwan fedaiyên Apo ne" hatin qadê. Lê dema ku girse kom bû polîsên hatin qadê bi ava şid û gaza îsotê êrîşî gel kirin. Piştî êrîşa polîsan ciwan li kolanan belav bûn.