Polîsan li Kadîkoyê û Bakirkoyê mûdaxEleyî kedkarên Cemawerî yên bi BHQ’ê ji kar hatin avêtin kirin û 6 kes destgîrkirin. Karkerên ji kar hatin avêtin, her heftê rojên Duşemê, Çarşem û Înê li Kadikoyê çalakiya rûniştinê pêk tînin.
Di çalakiya hefteya 68’emîn a çalakiya li Alti Yol a Kadikoyê û Qada Azadiyê ya Bakirkoyê de polîsan destûr nedan karker çalakiya xwe pêk bînin û êrîşî wan kirin. Li vir polîsan Qada Azadiyê ya Bakirkoyê dorpêç kirin. Piştî ku hevdîtinan encam negirtin, li qadê çalakiya rûniştinê hate kirin û pankart hatin vekirin, dirûşim hatin qîrkirin. Li ser vê polîsan mudaxeleyî çalakiyê kirin û 13 kes destgîrkirin.
Navên karkerên hatin destgîrkirin wiha ne: Huseyîn Demîr, Ozgur Karadaş, Abdullah Şenyûva, Songul Tunçdemîr, Maşuk Oztekîn û xwendekar Gulşen a paşnavê wê nehat zanîn. Dîsa li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê jî Nûrsel Tanriverdî, Ozge Astan, Îlhan Kaya, Adem Erdem, Nûgyen Nedîm, Omer Açik, Dûrsûn û Filîz Dogan, Ergîn Bayrak, Onûr Pekşen, Ersem Karababa,Fatoş Çemez, Leyla Ozkan Mîmatî.