Meşa ku ev 8 hefteye bi awayekî rûtîn dom dike, vê hefteyê polîsan bi hinceta “rêya wesayîtan li trafîkê tê girtin” rê nehat dayîn, piştî li dijî vê helwesta kêfî çalakiya rûniştê û şûnde ji ÇHD Barkin Tîmtîk, nûnerê TÎHV yê Tirkiye Umît Ef jî di nav de 35 kes bi derbkirinê hatin binçavkirin.
HINCET: TRAFÎK!
Meşa ku her hefteyê ji laiyê Platforma Piştgiriyê ya bi Nûriye û Semîh re her roja Înê tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Pêşiya Operaya Sureya ya ku nuqteya destpêkirina meşê, ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin, rê nehat dayîn ku endamên platformê kom bibin. Hinceta polîsan a rênedanê jî weke “Rêya wesayîtan li trafîkê tê girtin” bal kişand. Polîsan êrîş birin ser girseya ku li pêşberî operaya Sureya ku çalakiya rûniştinê lidar xistin. Polîsên ku bi guleyên plastîk êrîşî girseya ku dirûşmên “Nuriye û Semîh ne bi tenê ne”, “Zext nikarin m bişkînin”, “Em ê weke mirovan bi rûmet bijî” û “Rûmeta mirovahiyê wê êşkencê têk bibe” qîr dikirin, kirin, parêzerê Sûriye û Semîh Barkin Tîmtîk, nûnerê Wexfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Stenbolç Umît Efe, Mûart Yildirim û Onûr Aydogan ên BDSP’ê, endamê KESK’ê yê bi BHQ’ê ji kar hatin dûrxitin Huseyîn Memîş jî di nav de 35 kes bi derbkirinê hatin binçavkirin. Binçavkirina ciwanekê jî ji aliyê gel ve hate astengkirin.
Her wiha polîsan bi guleyên plastîk ên tejî gaza bîberê jî êrîş bire ser kesên ku binçavkirinê protesto dikirin jî kirin. Ji ber avêtina guleyan pitikek û gekek kes bibandor bûn. Hêzên demokratîk ên ku piştî mudaxeleyê li Qada Kadikoyê kom bûn, daxwaz kirin ku divê hevalên wan ên hatine binçavkirin û birine Midûryeta Emniyetê ya Stenbolê bên berdan.