Polîsan êrîşê malbatên girtiyan kir û ew destgîr kirin

Polîsan êrîşê malbatên girtiyan ên ku Nobeta Edaletê didomandin kir. Gelek kes hatin destgîrkirin û malbatan di çalakiyê de ev peyam dan: “Berpirsyarê kuştinên li girtîgehê, desthilatdar e.”

Nobeta Edaletê ya ku malbatan ji bo girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan daye destpêkirin, di hefteya 28’emîn de li ber Qada Aksarayê dewam kir. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Mûsa Pîroglû, Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên ku Xizmên xwe Winda Kirine re ya Enetoliyê (ANYAKAYDER) Evîn Genç, endam û rêvebirên rêxistina HDP’ê ya Fatîhê tevlî çalakî bûn.

Polîsan çalakî asteng kir û êrîşê xizmên girtiyan kir. Di êrîşên polîsan de ji xizmên girtiyan Asli Calihan, Hevseroka ANYAKAYDER’ê Evîn Genç û 3 kesên din hatin destgîrkirin.

Polîsan şîdet li dijî Nûçegihana Mezopotamya Ajansi (MA) Rûkiye Adiguzel jî pêk anî.

Yek ji xizmên girtiyan Kûmrî Akgul, bertek nîşanî êrîşa polîsan da.

Her wiha polîsan bi mertalan xizmên girtiyan dorpêç kir. Nûçegihanê Fersûde Hayrî Tûnç, Nûçegihana ARTI TV’ê Meral Danyildiz, Rojnamevan Zeynep Kûray û Nûçegihana MA’yê Rûkiye Guzel rastî êrîşa polîsan hatin. Rojnamevanan bertek nîşanî polîsên ku şopandina nûçeyê asteng dikirin, dan. Di wê navberê de polîsan ji xizmên girtiyan Kûmrî Akgul û Cemîle Çîftçî û du kesên din ku navê wan nehat zanîn, destgîr kirin.

Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû bi berzkirina dirûşmeya “Ji girtiyên nexweş re azadî” ev pêkanînê keyfî protesto kir û çalakiya nîv saet sekinînê, li qadê kir. Pîroglû ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin û Pîroglû bertek nîşanî vê bêhiqûqiyê da.

‘BERPIRSYARÊ KUŞTINAN, YÊ LI QESRÊ YE’

Pîroglû bal kişand ku ev êrîşkariya desthilatdariyê nîşa dide ku ev pêvajoya nêz dibe, wê çiqas bi bandor derbas bibe û got: “Ji bo dengê girtiyên nexweş ên li girtîgehan terkî mirinê tên kirin neyê bihîstin, bi hemû polîsên xwe û hêza xwe êrîşên xwe yên li dijî me didomînin. Aysel Tûglûk, Mehmet Emîn Ozkan, Ekîm Polat û bi deha girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Yekem berpirsyarê van mirinan, kesê li ser hikûmetê ye. Yên li qesrê û Wezîrê Edaletê, berpirsyarên bingehîn ên van kuştinan e. Divê bizane ku wê li qesrê bi hilweşe. Bila bizane ku hemû polîsên ku li vir zilmê dikin, wê hesap bidin.”

‘ME JI DERVEYA CANÊ XWE TIŞTEK DIN NÎNE KU WINDA BIKIN’

Pîroglû destnîşan kir ku heta girtiyên nexweş tên berdan, wê têkoşîn bidome û got: “Divê kesên dihesibînin ku wê dengê me bi zilmê û zextê bibirin, baş bizanin ku me ji dervey canê xwe tiştek din nîne ku winda bikin. Qesra wan heye. Yê ji wan bitirse, bila weke wan be.”