Polîsan êriş birin ser çalakiya 1'ê Gulanê ya li Taksîmê

Polîsên Tirk êriş birin ser pîrozbahiya sembolîk a 1'ê Gulanê ku dihate xwestin li meydana Taksîmê bê lidarxistin. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Beriya pîrozbahiya 1'ê Gulanê ku ji ber şewba vîrûsa koronayê dihate xwestin li meydana Taksîmê bê lidarxistin, polîsan dor li avahiya navendî ya DÎSK'ê ya li Beşîktaşê girt.

Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû û rêveberên sendîkayên ser bi konfederasyonê ve piştî demekê li dû çelenga 1'ê Gulanê ji avahiyê derketin. Lê belê polîsan pêşî li Çerkezoglû û rêveberên sendîkayan girtin. Li gel hevdîtinan ji wan re hate ragiahndin ku wê destûrê nedin ber bi Taksîmê ve bimeşin. Rêveberên sendîkayê jî li gel astengiyan ber bi Taksîmê ve meşiyan, lê polîsan êriş kirin.

Çeleng jî ji aliyê polîsan ve hate parçekirin, Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû û gelek kes hatin destgîrkirin. Sekreterê Giştî Adnan Serdaroglû, Serokê Giştî yê Sendîkaya Dev Yapi-Îşê Ozgur Karabûlût, Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Dev Saglik-Îşê Erdogan Demîr, Serokê Giştî yê Sendîkaya Gida-Îşê Seyît Arslan, Serokê Giştî yê Enerjî-Senê Suleyman Keskîn jî di nava kesên hatine destgîrkirin de ne.

Çerkezoglû li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev parvekirin kir: "Em destgîrkirî ne! Îro li çar aliyên Tirkiyeyê hevalên karker dixebitin, ev yek sîstema cemaweriyê xera nake, lê belê pîrozkirina 1'e Gulanê ji aliyê karkeran ve sîstema cemaweriyê xera dike!"