Polîsan avêtin ser dawetê

Li navçeya Esenyûrt a Stenbolê polîsan avêtin ser dawetekê û 8 kes binçav kirin.

SERDEGIRTINA POLÎSAN

Li taxa Pinar a navçeya Esenyûrt a Stenbolê, polîsên Tirk avêtin ser dawetekê.

Serdegirtin bi hinceta 'stranên siyasî' hate kirin û xwediyên dawetê û muzîsyen jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin.

8 kes bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" birin Qereqola Kiraçê. Hate ragihandin ku ji 8 kesên hatin binçavkirin 5 kes piştî îfadeyê û 3 kes jî hîn di binê çavan de ne.