Platforma sirgunên derbeyê hat avakirin

Platforma sirgunên derbeyê hat avakirin

Gelek kesayetên ji Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê ji ber sedemên derbe û zextan sirgunê Ewropayê bûn ‘Platfoma Sirgunê’ avakirin.

Li Tirkiyeyê ji ber darbeyên 12’ê îlonê û 12’ê adarê gelek kes sirgunê Ewropayê kirin û di serî de jî bajarê Koln a Almanyayê tê. Di dawiya hefteyê de li Porz Stadtgymnasîum nêzî 150 kesî hatin cem hev û di civînê de lijneya ‘Platforma Sirgunê’ îlankirin.

Hayrî Argav axaftina vekirinê kir û diyar kir k metna bangê ya platformê ji aliyê gelek kesê di sirgunê de yên 10 welatî dijÎn hatin îmzekirin û got ku 24 saziyên civaka sivîl piştgirî dane vê xebatê.

Argav da zanîn k udi bin sernavên wenda, întîxar û hejmara kesên hatine sirgunkirn yên Tirkiyeyê de divê xebateke berfireh bê kirin û got hem li Tirkiyeyê û hem jî li qada navnetewî dê xebatên siyasî û hiqûqî bimeşînin.

Rojnameger Dogan Ozguden ji sala 1971’ê de hatiye sirgunkirin û li Belçîkayê dijî axaftinek kir. Ozguden da zanîn ku divê kesên hatine sirgunkirin xwe bi rêxistin bikin û wiha got: “Em dixwazin vegerin welatê xwe. Ji bo vê jî em dê têbikoşin.”

Piştî axaftinan mecliseke ji 23 kesî pêk dihat û rêveberiyeke ji 9 kesî pêk dihat hat hilbijartin. Berdevkê platformê jî Hayrî Argav û parêzer Neslîhan Çelîke.