Platforma Jiyanê ya li dijî tecrîdê: Em berxwedanê geş bikin

'Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê' ji bo xwedîderketina li berxwedêrên greva birçîbûnê bang li her kesî kirin ku 2'ê Adarê tevlî mîtînga li Kolnê bibin.

Ji bo piştgirî ji berxwedêrên greva birçîbûnê re bê dayin, wê 2'ê Adarê li bajarê Koln ê Elmanyayê mîtîngeke navendî bê lidarxistin. Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê ya Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist ku rewşa tenduristiyê ya berxwedêran di asta krîtîk de ye.

Platformê bal kişand ser bêdengiya hikumetên Ewropayê ya li pêşberî berxwedana greva birçîbûnê û wiha dewam kir: "Tevî hemû hewldanan, parlamenta ti welatî ev pirsgirêk nexistiye rojeva xwe û nîqaş nekiriye. Hikumeta Elman bi nêzîkatiya 'Em ji çapemeniyê hîn bûn' di nava nêzîkatiyeke ne cidî de ye. Ev yek jî helwesta durû ya Ewropayê eşkere dike. Hikumetên ku dema mijar berjewendiyên wan be qala demokrasî û mafên mirovan dikin, daxuyaniyan didin, tevî ku grevên birçîbûnê li welatên wan dibin jî, bêdeng dimînin û bi vê bêdengiyê re destekê didin dîktatoriya AKP'ê."

JI BO MÎTÎNGA 2'Ê ADARÊ YA LI KOLNÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ HATE KIRIN

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ji bo geşkirina berxwedana bi pêşengiya Leyla Guven wê 2'ê Adarê li Kolnê meşek bê lidarxistin û banga tevlîbûnê hate kirin. Di daxuyaniya Platformê de hate gotin, "Greva birçîbûnê ku Leyla Guven bi biryardarî didomîne, li asta krîtîk e. Rewşa Nasir Yagiz û ya berxwedêrên li Strasboûrgê jî giran dibe. Bêdengiya di vê rewşê de tê wateya temaşekirina li mirina Leyla Guven û hevalên wê. Mehmet Tûnç beriya bê qetilkirin gotibû, 'Ji destê kê çi tê divê niha bike'. Pêwîste em bi şiyara Mehmet Tûnç xwedî li berxwedanê derkevin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê wê 2'ê Adarê roja Şemiyê saet 11'an li Koln Ebertplatzê meş û mîtîngeke navendî were lidarxistin û banga tevlîbûnê hate kirin.