Platforma Hişê Civakê diçe Roboskê
Platforma Hişê Civakê diçe Roboskê
Platforma Hişê Civakê diçe Roboskê
Platforma Hişê Civakî dê biçin Gundê Roboskê ku 34 welatî bi balafirên şer ên tirk hatin qetilkirin û dê tevli Nobeta Edeletê ya hefteya 71’emîn bibin. Armanca Platformê eve ku hef li cihê ku dimîne kesên hatine qetilkirin jibîr neke û dengê xwe bilind bike.
Platfoma Hişê Civakê bi armanca ku komkujiya Roboskê ya ku 34 ciwanên kurd hatin qetilkirin lêpirsîn bikin di 16’ê Gulanê de diçin Roboskê.
Platforma ku dê vê hefteyê tevli Nobedeta Edeletê bibe ev bang kir: “
“Em ji bo lêpirsînê diçin Roboskê.
Ji bo 34 welatiyên xwe yên ku bi balafirên şer yên vî welatî hatin qetilkirin,
Destpêkê emê ji xwe dest pê bikin,
Ev ji bo, kilbjêrên ku talîmata bombebarankirina welatiyên xwe dane, yên ku ev talîmat pêk anîne, yên ku vê lêpisînê bi awayekî adîlane nameşînin, bê darizandin vê car êli cem Malbatên Roboskê ne.
Malbatên Roboskê ev 70 hefteye ji bo ev komkujî ronî bibe û berpirs bê darizandin bang li mirovahiyê dike.
Emê di 71’emîn hefteya Nobeta Edeletê de di 16’ê Gulanê de saet di 17.00’an de li Roboskê bin.
Em dê kesên di komkujiya Reyhaliyê de jî jiyana xwe ji dest dane ji bîr nekin.”