PKK: Faşîzma AKP-MHP'ê wê di nava xwîna ku dirijîne de bifetise

PKK'ê berxwedana gelê Efrînê ya li dijî dagirkeriyê silav kir û bang li her kesî kir ku li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê têbikoşin. PKK'ê got, "Efrîn wê bibe gora faşîzmê. Faşîzma AKP-MHP'ê wê di nava xwîna dirijîne de bifetise."

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr xist ku artêşa Tirk a faşîst ji êvara 20'ê Çileyê ve bi balafirên şer û ji bejahî ve êrîşî Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li vê erdnîgariya xweş û bedew ku van pênc salên dawî cihê herî aram ê Sûriye û Rojava ye û civakên Kurd, Ereb û Tirkmen li ser bingeha xweseriya demokratîk bi biratî lê dijîn, ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan ku zarok jî di nav de hene, bi dehan kes birîndar bûn û zerar li cih û warê mirovan bû."

DAGIRKERIYA QIRKER LI DIJÎ GELÊN SÛRIYEYÊ YE

PKK'ê destnîşan kir ku ev êrîşa faşîst, mêtinger, qirker û dagirker li dijî tevahiya gelê Rojavayê Kurdistanê, şoreşa azadiyê û gelên Sûriyeyê ye û wiha dewam kir: "Ev êrîşa faşîst-qirsker li dijî tevahiya gelê Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya demokratîk tê kirin. Lewma, em bawerin ku gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahî wê li ber van êrîşên barbar ên faşîzma AKP-MHP'ê rabin û bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin berxwedana gelê Efrînê. Em berxwedan gelê Efrînê û hemû mirovahiyê ya li dijî êrîşên qirker, mêtinger û faşîst ên AKP-MHP'ê silav dikin, şehîdên xwe yê leheng bi rêzdarî bi bîr tînin û ji hemû berxwedêrên azadiyê re serketineke mezin dixwazin."

Komîteya Rêveber a PKK'ê da xuyakirin ku faşîzma AKP-MHP'ê ji ber karakterê xwe yê dijminatiya li Kurdan derbasî nava sînorê Sûriyeyê bûye, êrîşî Rojavayê Kurdistanê û Kantona Efrînê dike û bi rêya vê yekê dixwaze armanca xwe ya ji bo qirkirina Kurdan bibe serî.

DIXWAZE TOLA TÊKÇÛNA DAÎŞ'Ê YA LI REQAYÊ HILÎNE

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ev êrîşên ku ji komkujiya Mereşê dest pê kir û heta hewldana dagirkirina Efrînê dewam dikin, ji bo bê Kurd hiştina rojavayê Firatê ne û hat gotin, "Rêveberiya TC ku polîtîkaya xwe ya li ser Sûriyeyê bi temamî îflas kiriye, bi rêya êrîşkariya xwe ya dawî dixwaze ji nû ve bikeve rojevê. Eşkere ye ku faşîzma AKP-MHP'ê bi êrîşa dijî Efrînê re dixwaze tola têkçûna DAÎŞ'ê ya li Reqayê hilîne. Çawa ku tola têkçûna DAÎŞ'ê ya li Kobanê bi êrîşa 24'ê Tîrmeha 2015'an re hewl da ji gelê me yê li Bakurê Kurdistanê hilîne, niha jî dixwaze tola têkçûna xwe ya li pêşberî berxwedana lehengî ya gerîla û gelê Bakurê Kurdistanê ji gelê Efrînê hilîne. Bi taybetî, ji bo karibe têkçûna xwe ya navxweyî, doza Zarrab a li DYA pêk tê û teşhîrbûna xwe ya bi agahiyên endamên MÎT'ê yên hatin girtin re pêk hat binixumîne, hewl dide rojevê biguherîne. Wekî din, di hilbijartinên herêmî û serokkomariyê de ji bo pêşî li têkçûneke mutleq bigire, êrîşeke bi vî rengî dike. Lê belê divê bi rengekî vekirî bê gotin ku ev hemû plan wê pûç bibin û wê ti ji van armancên xwe bi ser nexînin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ji bilî dijminatiya li Kurdan, qirkerî û êrîşkariya faşîst, ti wateyeke din a êrîşa dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê ya li dijî Efrînê nîne.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Daxuyaniya ku dibêjin 'Êrîş dijî PKK û DAÎŞ'ê tê kirin' gotineke welê ye ku her kes henekê xwe pê dike. Îdîaya dibêjin 'Efrîn gefeke mezin e li dijî paşeroja Tirkiyeyê' dereweke mezin e ku ji bo xapandina gelên me û raya giştî ya cîhanê hatiye kirin. Êrîşa dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê û keriyên artêşa Tirk a faşîst eşkere ye ku li dijî gelê Kurd û hêzên wê yên azadiyê yekîneyên YPG/YPJ'ê ne. Ji ber vê yekê, kes ji derew û demogojiya faşîst a navborî bawer nake. Tevî ku hin hêzên global û herêmî di vê mijarê de bazariyeke qirêj ji bo berjewendiyên xwe kiribin jî, bêguman wê gelên herêmê û hemû mirovahî bi gelê me yê Efrînê û Rojava re be, mîna berxwedana Kobanê wê li dijî barbariya faşîst destekê bidin gelê Rojava."

Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir, faşîzma AKP-MHP'ê ku bi berxwedana gelên Kurdistanê û herêmê hatiye ber hilweşînê, bi rengekî dîn û har êrîşî dike, dixwaze Efrîn û Şoreşa Azadiyê ya Rojava tasfiye bike û eger jê nehat, dixwaze derbê lê bixe.

EFRÎN WÊ JI FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê RE BIBE GORISTAN

PKK'ê destnîşan kir ku ti tesîra tirs û êrîşkariyê li ser mirinê nîne û wiha dewam kir: "Nehatiye dîtin ku yê har bûye rizgar bûye. Çawa ku faşîzma DAÎŞ'ê li Kobanê têk çû, xuya ye faşîzma AKP-MHP'ê jî wê li Efrînê hilweşe. Efrîn û gelemperiya Rojava wê ji faşîzma AKP-MHP'ê re bibe goristan. Yên ku dixwazin Efrînê ji Kurdan vala bikin û Şoreşa Azadiyê ya Rojava hilweşînin, wê bi xwe li pêşberî berxwedana azadiyê ya Efrînê û Rojava hilweşin û di nava sergoyê dîrokê de winda bibin. Em pê bawer in ku gelê Efrînê û hêzên azadiyê wê bi berxwedana xwe ya lehengî dawiyê li faşîzma AKP-MHP'ê bînin. Hêza bajarê fedayiya mezin Arîn Mîrkan heye ku vê yekê pêk bîne."

GELÊ EFRÎNÊ BI TENÊ NÎNE

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, gelê Efrînê û hêzên wê yên azadiyê, jin û ciwanên wê bi tenê nînin, tevahiya gelê Kurdistanê û hêzên demokratîk bi wan re ne û hat gotin, "Her ku li dijî êrîşkariya qirker, mêtinger û faşîst li ber xwe bidin, wê ji aliyê gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê ve bên destekkirin. Zelal e ku gelê Efrînê wê bi vê bîr û baweriyê heta dawiyê li ber xwe bide, mal û bajarê xwe ti carî neterikîne, hêzên azadiyê yên Efrînê û yekîneyên YPG/YPJ'ê wê heta dawiyê gelê Efrînê û Rojava biparêzin. Ji ber ku hebûn û azadiya wan bi vê ve girêdayî ye. Bêguman di serî de jin û ciwan wê hemû gel û hêzên demokratîk piştgiriyê bidin vê berxwedanê. Ji ber ku antî-faşîstbûn, demokratîkbûn bi vê yekê dibe. Her ku çeteyên faşîst ên dîktatoriya AKP-MHP'ê ji sînor derbas bûn û êrîşî Efrînê, Rojavayê Kurdistanê û Federasyona Bakurê Sûriyeyê kirin, bêguman wê partiya me destekê bide hemû gelan û Şoreşa Azadiyê. Li ser vê bingehê em careke din berxwedana Efrînê silav dikin û pê bawer in ku gelê Efrînê û hêzên wê yên azadiyê li dijî êrîşkariya faşîst a AKP-MHP'ê wê serketineke mezin bi dest bixin. Em bang li gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat e, bi taybetî bang li jin û ciwanan dikin ku xwedî li berxwedana Efrînê û Rojava derkevin, berê xwe bidin Efrînê, tevlî vê berxwedanê bibin û li her cihê lê ne bi çalakiyên xwe destekê bidin berxwedana Efrînê. Em bawerin wê gelê me yê li Bakur, Başûr û Rojhilat vê bike û gelê me yê li derveyî welat jî bibe hêza motorê ya vê yekê. Wekî din em bang li gelê Tirkiyeyê bi taybetî jin û ciwanan dikin ku berxwedana Efrînê weke rizgariya xwe bibîne û berxwedana li dijî êrîşkariya faşîst a AKP-MHP'ê geş bikin. Roj roja rabûna li ber qirkerî, mêtingerî û faşîzmê ye, roja piştgiriya bi têkoşîna azadiyê ya Kurdan re ye. Li ser vê bingehê em bang li gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya demokratîk dikin ku li ber êrîşên kujer ên faşîzma AKP-MHP'ê rabin û destekê bidin berxwedana Efrînê."

FAŞÎZM WÊ TÊK BIÇE, AZADÎ WÊ BI SER BIKEVE

Di dawiya daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê de hat gotin, "Li ser vê bingehê em dibêjin; li Efrînê wê faşîzm têk biçe, azadî û demokrasî wê bi ser bikeve. Efrîn wê bibe gora faşîzmê. Faşîzma AKP-MHP'ê wê di nava xwîna ku dirijîne de bifetise. Bi vê bîr û baweriyê, em berxwedana Efrînê careke din silav dikin û bang li hemû hêzên şoreşger û demokrat dikin ku li her cihî li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê têbikoşin!"