PKK'ê Bulent Ûlûer bi bîr anî

PKK: Bulent Ûlûer heta nefesa xwe ya dawî, bi hêvî û baweriya serketinê bû. Armanca Ûlûer wê ji aliyê hemû şoreşger û hêzên demokrasiyê, bi taybetî ciwanên Kurdistanî û Tirkiyeyî ve bi ser were xistin.

Komîteya Rêveber a PKK'ê, ji ber wefata yek ji pêşengên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tirkiyeyê Bulent Ûlûer daxuyaniyek weşand û got, "Wefata Bulent Ûlûer, ji bo hêzên şoreşger û demokratîk ên Kurdistanî û Tirkiyeyî valahiyeke mezin vekiriye."

Di daxuyaniya nivîskî ya Komîteya Rêveber a PKK'ê de wiha hate gotin: "Yek ji pêşengên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tirkiyeyê û kadroyekî hêja yê Tevgera Sosyalîst a li Tirkiyeyê Bulent Ûlûer jiyana xwe ji dest da. Em Bulent Ûlûer, ku tevkariyeke xwe ya xurt li têkoşîna demokratîk şoreşger a gelên Tirkiyeyê hebû, bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbat, hevrê û xizmên wî, her wiha ji hemû dostan re sersaxiyê dixwazin.

Wefata Bulent Ûlûer, ji bo hêzên şoreşger û demokratîk ên Kurdistanî û Tirkiyeyî valahiyeke mezin vekiriye. Bulent Ûlûer, ji bo Tevgera Ciwanên Şoreşger ku piştî darbeya faşîst a 12'ê Adara 1971'ê lîder û kadroyên xwe yên pêşeng winda kir, roleke girîng lîst ku sala 1973'an xwe ji nû ve komî ser hev bike. Yek ji kadroyên pêşeng e ku Tevgera Ciwanên Şoreşger li ser xeta Denîzan, Mahîran û Îbrahîman veguhere hêzeke bi bandor. Weke ferdekî ji gelê Çerkez ê li Tirkiyeyê di nava xeteriya asîmîlasyonê de bû, di emrê xwe yê ciwantiyê de nêrînên şoreşgerî û sosyalîst pejirand û bû yek ji kadroyên milîtan ên pêşeng di nava Tevgera Ciwanên Şoreşger de.

Ji ber van taybetmendiyên xwe, hê 18 salî bû wezîfeya Serokatiya Komeleya Kastamonuyên li Stenbolê û piştre jî li Fakulteya Îktîsatî ya Zanîngeha Stenbolê wezîfeya Serokatiya Komeleya Xwendekaran meşand. Sala 1974'an tevî komek ji hevalên xwe, cihê xwe di nava damezrînerên Federasyona Komeleyên Ciwanên Şoreşger de girt.

Bulent Ûlûer di pêvajoya navbera 1974-1980'î de ji aliyê hemû ciwanê şoreşger bi taybetî yên li Stenbolê ve bi taybetmendiyên xwe yên milîtanî hate naskirin. Bû rêberekî ciwanan ku hêzên xwedî nêrînên cuda yên siyasî hurmet nîşanî sekna wî ya milîtanî dan. Bi taybetî, bi axaftina xwe ya bi bandor gelek ciwan tevlî nava têkoşîna şoreşgerî kir. Heta pêkhatina darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'î bi sekna xwe ya milîtanî, di nava têkoşîna şoreşgerî de bi rista xwe rabû.

Piştî 12'ê Îlona 1980'î, ewilî li kampên Fîlîstînê, piştre jî li Lubnanê li dijî 12'ê Îlonê cihê xwe di nava têkoşînê de girt. Piştre berê xwe da Ewropayê û li vir jî bi karên xwe yên şoreşgerî rabû. Dema ku vegeriya Tirkiyeyê, bi awayekî çalak tevlî têkoşîna demokrasî û şoreşgerî bû. Ev meşa wî ji sala 1995'an û pê ve ewilî bi HADEP'ê, piştre bi OZDEP'ê û dûre bi HDP'ê dewam kir.

Jiyaneke ku xwe diyarî şoreşê, demokrasî û azadiyê kir, heta 22'ê Tebaxa 2017'an ev têkoşîna xwe dewam kir û radestî hevrêyên xwe kir. Heta nefesa xwe ya dawî pê bawer bû ku wê Tirkiye demokratîk bibe û Kurdistan azad bibe. Bi vê bîr û baweriyê xebitî. Têkoşîna demokrasî, azadî û sosyalîzmê ya bi dehan salan a li Kurdistan û Tirkiyeyê, baweriya wî ya bi Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad mezin kir. Hebûna gerîlayên azadiyê, ku reh berdan çiyayên Kurdistanê û li çiyayên Anatoliyê belav dibin û destketiyên bi dayina berdêlên giran ên hêzên azadî, demokrasî û şoreşgerî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê rê li ber vê vekiriye.

Bulent Ûlûer heta nefesa xwe ya dawî, bi hêvî û baweriya serketinê bû. Armanca Ûlûer wê ji aliyê hemû şoreşger û hêzên demokrasiyê, bi taybetî ciwanên Kurdistanî û Tirkiyeyî ve bi ser werin xistin."