Piştî pîrozbahiya Newrozê ya Stenbolê 200 kes hatin destgîkirin

Piştî pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Yenîkapiyê ku bi sedhezaran kes tev li wê bûn, polîsan êrîşî girseyê kir. Zarokekî astengdar û parêzer jî di nav de nêzî 200 kes hatin destgîrkirin.

Piştî pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Yenîkapiyê ku bi sedhezaran kes tev li wê bûn, polîsan êrîşî girseyê kir û nêzî 200 kes destgîr kirin. Polîsan xwest komeke ku dirûşmeya "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kir, destgîr bikin lê girseyê nehişt. Piştî vê polîsan êrîş bir ser girseyê û bi sedan kesî bi êşkenceyê destgîr kirin.

Hat diyarkirin ku di nav kesên destgîrkrî de zarokekî astengdar û parêzer jî hene û polîsan kesên destgîr kirin birine Midûriyeta Polîsan a li Kolana Vatanê û Amîrtiya Buroya Zarokan a Midûriyeta Polîsan a Fatîhê.