Piştî darvekirinan Wezîrê Derve yê Îranê tê Eqnereyê
Piştî darvekirinan Wezîrê Derve yê Îranê tê Eqnereyê
Piştî darvekirinan Wezîrê Derve yê Îranê tê Eqnereyê
Rejima Îranê di demekî ku piştî darvekirinan rastî bertekan hat, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihmed Cewad Zarîf li ser daxwaza Wezîrê Karê Derve yê Tirk Ehmed Davûtoglû sibe tê Tirkiyeyê.
Ev serdana Wezîrê Derve Mihemed Cewad Zarîf piştî Hesen Rûhanî bu serok komar dê bibe serdana yekem ya Îranê bû Tirkiyeyê. Hate ragihandin ku, Wezareta Derve ya Tirkiyeyê vexwendiye.
DI ROJEVA WAN DE MAFÊ MIROVAN TUNE YE
Wezîrê Derve yê Îranê Zarîf dê di çarçoveya vexwendinê de roja 1’ê Mijdarê li Stenbol û Enqereyê hinek hevdîtinan bike. Di rojevê de dê têkiliyên Tirkiye-Îranê bêne dest girtin. Mafê mirovan di rojeva herdu welatan de jî tune ye.
Balkêş bû ku, Davûtoglû piştî hefteya borî rejima Îranê zêdetirî 20 kesan darvekir pêkhat. Roja 26’ê Cotmehê endamê PJAK’ê Hebîbûlah Gulperîpûr û girtiyê siyasî ê Kurd Riza Îsmaîlî Mamedî hatibûn darvekirin. Nêzî 30 girtiyên siyasî ên Kurd di bin gefa darvekirinê de ne.