Piştevaniya ji bo çalakiya HDP’ê geş dibe
Ji beşên cihê yên civakê destek ji bo çalakiya Nobeta Wijdan û Dadmendiyê ya HDP’ê tê nîşandan.
Ji beşên cihê yên civakê destek ji bo çalakiya Nobeta Wijdan û Dadmendiyê ya HDP’ê tê nîşandan.
Di roja dawî ya Nobeta Wijdan û Dadmendiyê ya HDP’ê de serdanvanan çalakiya li Parka Yogurtçuyê ya Stenbolê ziyaret kirin. Helkefta Kongreya Çerkes a Demokratîk û Platforma Hevgirtinê ya Sosyalîst (SODAP) destek dane nobetê.
Endamê Kongreya Çerkes a Demokratîk Bîrgûl Asêna piştî serdanê axivî û got ew ji bo her kesî ‘wijdan û dadmendiyê’ dixwazin ku bejn, xwîn, dîn, strana û zimanê wan naşibe yê wan.
Li ser navê SODOP’ê Hevserok Saniye Evren jî got: ‘’A rast Kurdan, Elewiyan, jinan, karkeran nîşan dan ku ev wiha nabe. Elewiyan bi berxwedanê nîşan dan. Em ti caran radestî faşîzmê nabin. Dixwazin li vir me dorpêç bikin lê em di van deran hilnayên. Em ê bi teqezî bi ser bikevin.’’