Piştevaniya bi HDP’ê re didome

Serdanên piştevanî û destekê ya bi HDP’ê re dewam dike. Di serdanan de peyamên piştevanî û destkê hatin dayîn.

Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Federasyona Elewî yên Bektaş, Platforma Jinan a Enqerê, DÎSP, HDK, Hemû Kedkar-Sen û Serokê Giştî ya ESP’ê yê berê û ji wezîrên berê Mûrat Karayalçin, li dijî operasyonên qirkirina siyasî serdana Navenda Giştî ya HDP’ê kirin.

Di hevdîtinê de li gel Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan Mîthat Sancar berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, alîkarên hevserokên giştî Tûncer Bakir hat, Tulay Hamîtogûlleri, Îlknûr Bîrol û endamê MYK’ê Huseyîn Taka amade bûn.

Sekreterê Giştî yê Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal Onur Şahîn axivî û got: “Em rêxistinên Elewî li dijî her cûre bêhiqûqiyê li gel we ne. Em li dijî pêkanîn û destgîrkirinên îro yên bê heq in. Em li pişt we ne.”

Rêveberê Federasyona Elewî Bektaş Mûstefa Çinar jî diyar kir ku êrîşên li ser mixalefetê didomin û got: “Ji bo dawîhatina vê jî divê mixalif xwe rêk û pêk bike û dengê aştiyê hê zêdetir bilind bike.”

Ji Partiya Karker a Şoreşger a  Sosyalît (DSÎP) Can Irmak Ozînanir jî got: “Êrîşa li ser HDP’ê êrîşa li ser mafê hilbijartin û xwe hilbijartinê û mafê mixalefeta demokratîk e.”

Serokê Giştî yê Berê yê SHP’ê Mûat Karayalçin jî bi Mîthat Sancar, Pervîn Bûldan û rêveberên partiyê re civiya.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî ev gotin: “Ez ji dil dizanim ku van rojên zor û zehmet bi piştevaniyê em ê derbas bikin. Em HDP û Kurd ji van ne zêde xerîbin. Dem dem operasyonên bi vî şêweyî tên kirin û di van demên dawî de pir zêde bûne. Sedemên vê hene. Niha li Tirkiyê em dibinin ku yê welat rêve dibe AKP û hevkarê wê MHP ye.

Gelên Tirkiyê, civaka Tirkiyê û cîhan di rastiya xwe de dizane AKP welat bi rêve dibe û dizane wê biçe. Ew jî vê dibinin û hîn zêdetir êrîş dikin. Ji xwe navenda êrîşan, kîn û hêrsa wan HDP û Kurd in. Hevalên me yên ku hatîn destgîrkirin bi çendîn sal li vî welatî siyaset kirine, hevalên me yên têkoşîna ji bo aşitiya Tirkiyê ne. Gelek sedemên van êrîşan hene. Meseleya Kobanê piştî 6 salan ji nû ve anîna rojevê li ser vê dîsa operasyon kirin rewşa rêveberiya AKP’ê ya li Tirkiyê dide diyar kirin. Ji ber piştevaniya partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û hemû kesê em keyfxweşin.”