Li ser hevdîtinên navbera PKK û dewleta Tirk heta niha gelek tişt hatin nivîsandin, gelek axaftin li ser hatin kirin. Hevdîtinên ku heta radeyekê fermî bûn û hin aliyên wê bi raya giştî re hatin parvekirin, piştre ji aliyê hikumeta Tirk ve hatin înkarkirin. Mîna ku nehatine kirin, hate nîşandan. Gelo çima rewş bi vî rengî bû, ya ku di rê de nemeşiya çi bû, kî li benda çi bû?
Pirtûk, hevdîtinên 10 salan ên navbera PKK û dewleta Tirk eşkere dike.
Bi rêya hevpeyvînên bi beşdar û navbeynkarên van hevdîtinan, tê eşkerekirin ku ev hevdîtinên navborî kengî û çawa dest pê kirine, di navbera kê de hatine kirin, kî bûne navbeynkar û çawa qediyane. Pişt perdeya van hevdîtinên ku mohra xwe li dîroka Kurdistan û Tirkiyeyê dan, tê destnîşankirin. Bi hin detayên nû, ku raya giştî pê nizane, sedema têkçûna pêvajoya ku 'Hevdîtinên Osloyê' jê re tê gotin, tê eşkerekirin.
Mutabaqat û nexşerêyên ku di dema hevdîtinan de alî li ser axivîn û li hev kirin, yekemcar di pirtûkê de bi awayekî giştî tên nîşandan. Têkildarî hewldana sûîqestê ya li Qendîlê û qetilkirina sê şoreşgerên jin ên Kurd li Parîsê, detayên balkêş di pirtûkê de hene.
Pirtûk ji sê beşan pêk tê. Di beşa yekemîn de hevdîtinên navbera salên 2004-2012'an tên nirxandin. Di beşa duyemîn de, bal tê kişandin ser pêvajoya Îmrlaiyê ku ji destpêka sala 2013'an û pê ve derdikeve pêş. Di beşa sêyemîn de jî qala nêzîkatiya PKK'ê ya li van hevdîtinan tê kirin. Mutabaqatên Osloyê xal bi xal tên eşkerekirin. Nivîsên bi destan ên ji aliyê Ocalan ve li ser vê pêvajoyê hatine nivîsandin û mesajên veşartî yên ji PKK'ê re hatine şandin, yekemcar di vê pirtûkê de bi raya giştî re tên parvekirin.
Di beşa sêyemîn de Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karyailan û endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû vê pêvajoyê dinirxînin.
Pirtûk li Ewropayê ji aliyê weşanên Mezopotamyayê ve hate çapkirin: www.pirtuk.eu