Pispor ji bo Kampa El Holê hişyariya Covîd-19 didin
Doktor Neman Ghafoûrî ji bo Kampa El Holê ya li Bakurrojhilatê Sûriyeyê hişyarî da ku pandemiya Covîd-19 dikare lê belav bibe.
Doktor Neman Ghafoûrî ji bo Kampa El Holê ya li Bakurrojhilatê Sûriyeyê hişyarî da ku pandemiya Covîd-19 dikare lê belav bibe.
Hikumeta Fînlandiyayê, ji bo zarokên 30 welatiyên Fînlandiyayê ji Kampa El Holê bîne ketibû nava hewldanan. Lê belê piştî ku vîrûsa koronayê belav bû, plana anîna zarokên Fînlandiyayî ji kampê hate rawestandin.
Berdevkê Çapemeniyê yê Wezareta Karên Derve ya Fînlandiyayê Pekka Shemeîkka ji Ajansa Nûçeyan a Yle re axivî û diyar kir, rêveberiya Kurd a ku kampê kontrol dike ji wan re ragihandiye ku ji ber gefa pandemiyê nikarin hevdîtinan bidomînin.
Shemeîkka diyar kir ku bi saziyên Kurdan ên kampê bi rê ve dibin re hevkariyê dikin û ji bo pêşî li belavbûna pandemiyê bigirin, rêveberiya kampê têkiliya bi kampê re biriye, sînor girtiye.
'RÎSK HEYE KU LI KAMPÊ BELAV BIBE'
Shemeîkka ragihand, heta vê gavê pandemî li Kampa El Holê belav nebûye, lê belê ev rîsk heye û bi bîr xist, li kampê derfetên ji bo têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê kêm in.
Doktor Neman Ghafoûrî ku li kampên li herêmê lêkolîn kir, ragihand ku derfet nîne ku pêşî li belavbûna vîrûsê li kampê bigirin.
Ghafoûrî got, "Yekane tişta ku li pêşiya belavbûna koronayê asteng e, girtin e. Eger korona lê belav bibe, bingeheke dermankirina nexweşan nîne, derman nîne, tiştek nîne."
Ghafoûrî ku ji bo alîkariya însanî ya bi Êzidî, Kurd û gelên din ên li kampê saziya bi navê Joînt help for Kurdistan ava kir, ji bo rehabîlîtekirina jinên ji DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin, hin stasyonên tenduristiyê ava kiribû.
Ghafoûrî destnîşan kir ku di rewşa heyî de bi têrkerî madeyên xwarinê ji kampê re nayên şandin.
Rejîma Sûriyeyê heta niha ragihand ku li welêt 39 nexweşên bi vîrûsa koronayê hatine tespîtkirin û çend kesan jiyana xwe ji dest dane.
Lê belê pispor bi gumanbarî nêzî van agahiyan dibin. Ji pisporên Zanîngeha Fînlandiyayê ya Rojhilat Agneta Kallstrom got, "Ya bi têrkerî test nayê kirin, ya jî derewan dikin. Tê gotin ku kesên ji ber Covîd-19 jiyana xwe ji dest didin weke mirina ji ber enfeksiyona pişikê tên qeydkirin."