Pirtûka pêşî ya Li Welatê Rojê Vejîn: Amara

Romana Amara tê ber destê xwendekarên xwe

Amara ku pirtûka pêşî ya romana sê cîldî ya Li Welatê Rojê Vejîn ku bi pêşniyara Ocalan 7 nivîskar li ser dixebitîn, sibe tê ber destê xwendekarên xwe.

Amara ku ji mêj ve bi meraq mirov li hêviyê bûn û ji hêla Weşanên Mezopotamyayê ve ji weşanê re hatî hazikirin, 8’ê Îlonê wê li Ewropa li pirtûkxaneyan were peydakirin. Li gorî M. Saît Uçlu, ku ev 4 sal in bê navber li ser xebitî û nivîsî, got li derveyî qalibên berdest ceribandineke nû ya celeba romanê ye; mînaka pêşî ya Wêjeya Civakîparêziya Demokratîk e.

Bi nivîskarê romanê M. Saît Uçlu re em li ser mijara pirtûkê, li ser rengê hazikirina wê û li ser tiştên ku li ser pirtûkê meraqa wê tê kirin em axivîn.

Xebata romana Amara kengî û çawa bû rojev?

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di hevditinekê de, li gel hin pirtûkên dî, gotibû divê romaneke bi navê ‘’Klana Apo’’ jî were nivîsîn. Ev proje, bi derengî jî be, ji hêla Dibistana Wêjeyê ya Şehîd Şîlan ve hate nirxandin û plansaziya wê hate danîn. 2014’an, ango piştî pêşniyara Rêbertiyê bi 10 salan vê xebatê dest pê kir.

Pirtûka ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xwestî bi navê ‘’Klana Apo’’ were nivîsîn Amara ye?

Rêber Apo, xwestibû ku Têkoşîna Azadiya Kurd bibe roman. Romana bi navê ‘’Li Welatê Rojê Vejîn’ hatî nivîsîn û pirtûka wê ya pêşî Amara, ev rastî ji xwe re kire mijar. Li Welatê Rojê Vejîn, çemek e an jî rêze roman e. Pirtûka pêşî Amara ye û ji 3 cîldan pêk tê. Berdewama wê li pey hev wê were. Ez dikarim bibêjim, xebata nivîsîna romana Li Welatê Rojê Vejîn jî bi serê xwe bi qasî ku bibe mijara romanê kelecanî û balkêş e.

Hinekî dikarî behsa pêvajoya xebatê bikî?

Roman ji 7 pirtûkan pêk tê. Bi 7 hevalan re em dinivîsin. Ji bo xebata haziriyê me ekîb çêkirin û ji hev veqetiyan. Salekê li Tirkiye, Sûriye, Iraq-Qendîl, Lubnanê û hwed. me agahî û belge dane hev. Me lêkolîna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û malbata Wî kir. Em çûne cem wan kesên ku berê Ew nas dikirin, çûne cihê ku zaroktiya wî lê derbas bûyî, deverên ku lê jiyayî û me ew cih bi dîmenan tomar kirin. Bi sedan kesî re me hevdîtin kirin. Me kullîyateke arşîvê ya devkî û dîtbarî ava kir. Bi rastî jî avakirina vê arşîvê, xwegihandina bi sedan kesî ya şahidên Têkoşîna Azadiya Kurd û Rêberê Gelê Kurd, şahidiya wan û tecrûbeyên wan mirov kelecanî dikir. Her çendî em parçeyek ji wê dîrokê jî bin, têra xwe perwerdekar bû. Xeyal û hêvî hê meztir dikir. Me xwe digihande belge û agahiyên nû.

Piştî ku ekîbên me pêvajoya berhevkirina agahî û belgeyan temam kir, em bi hevalên damezirînerê Dibistana Wêjeyê ya Şehîd Şîlan re dîsa rûniştin, li ser honaka rêze pirtûkê, li ser naverok, reng, ziman û şêwaza wê bi rojan me gotûbêj kirin. Her nivîskarekî da ser xwe ku pêvajoyekê binivîse. Piştre her ekîbek li mekanekî guncan em bi cih bûn û me dest bi nivîsandinê kir.

7 pirtûk berdewama hev in?

Romana Li Welatê Rojê Vejîn, ya ku ji 7 pirtûkan pêk tê, ji hêla pêvajoya dîrokî ve berdewamiya hev in. Romaneke mîna 7 çemên bi hev ve girêdayî ye. Lê her pirtûk ji hêla lêgerîna azadiyê ya Kurdan ve ya  pêvajoyeke beloq û cihê vedibêje. Ji bo vê jî pirtûk ji hêla honakê, naverok, teşe, ziman û şêwaza xwe ve resen e. Her çendî çeme roman be jî, her wiha her pirtûk bi serê xwe romanek e.

Xebata pirtûkeke wiha berfireh, 7 nivîskarên cuda, we çawa bi hev re nivîsî, van ekîban çawa hev temam kirin?

Ev projeyeke kolektif e ku bi nîqaşa nivîskarên romanê û hevalên rêveberên Dibistana Wêjeyê ya Şehîd Şîlan berbiçav bûye. Bi nîqaşên bi hev re naveroka pirtûkê diyar bû. Karê berhevkirina agahî û belgeyan jî ya ji bo pirtûkê ku salekê domand ji hêla ekîba nivîskaran ve bi rengekî kolektif pêk hat. Em ekîba nîvîskaran jî 3 salan em bi hev re li mekanekî man. Dema nivîsandinê tim me dida û distand, me hêz dida hev, hevkarî dikir û fikrên xwe ji hev re digot. Ez dikarim bibêjim berhema xebat û kedeke hevpar e.

Rewşeke derasayî ye ku 7 nivîskar bi hev re li ser rêze romanê bixebitin, çima we hewceyî bi tiştekî wiha dît?

Li Welatê Rojê Vejîn hem bûyereke cidî ya wêjeyê ye û hem jî berhema berpirsyariya li bara Rêber Apo, Têkoşîna Azadiya Kurd, gelê Kurd û gelên me ye. Em qedroya nivîskarên pirtûkê bi kelecaniyeke mezin me dest bi xebata pirtûkê kir. Ez li ser pirtûka pêşî ya pirtûka  Amarayê 4 salan bênavber xebitîm. Li ser Amara ya ku ji 3 cîldan pêk hatî, 4 salan, bênavber, her roj bi giştî 10-14 saetan xebitîm. Bû berhema 4 salên ked û xebateke giran a tîr û kûr bûyî û estetîze bûyî.

Hema hema hemû hevalên me yên nivîskarên her pirtûkê xebateke wiha dikin. Heke hemû pirtûk berhema yek nivîskarî bûna bi îhtîmaleke mezin wê temenê têrê nekira ku em pirtûkê biqedînin.  Me nexwest ku ev têkoşîna ji 40 salî zêdetir ya ku gav bi gav hatî jiyîn, bi derengî were ber destê gelê me. Ji bo vê jî bi berpirsyariyeke mezin a dîrokî me dest pê kir û bi vê hişmendiyê me xebateke kolektîf da ber xwe.

Ji bilî Amarayê yên ku pêvajoya nivîsandina wê qediyayî hene?

Ji rêze romanê ya ku qediyayî Amara û pirtûka 2’yan. Pirtûka 2’yan romaneke  500 rûpelî ye. Navê pirtûkê û mijara wê dema ku kete ber weşanê hevalê me yê nivîskar wê vebêje. Hemû hevalên di ekîbê de bi disîplîn û cidiyeteke mezin ev xebat kirin.

Baş e, hinekî dikarî behsa Amarayê bikî?

Amara beriya her tiştî romaneke Kurd e. Amara bi taybetî van 200 salên dawî, tragedyaya gelê herî qedîm û mezlûm ê dîrokê ya Kurdan, lêgerîna wan a heqîqet û azadiyê, çanda qedîm, rê û rismên wan, rengê civakbûna wan dide ber xwe. Her wiha romana Kurdan, Tirkan, Ereban, Ermenan, Sûryan-Keldanan, Yahûdî, Rûm û hwd. ya wan hemû gelan e ku li vê cografyayê jiyan e. Cih ji bo hemûyan hatiye veqetandin. Romana Amara ya sê cildî çîroka hevpar a hemû civakan e ku di şexsê malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, di serî de Kurd, li vê cografyayê qedera wan yek e û bi hezaran sal in bi hev re jiyane.

Helbet roman ji hîs û ramanên romannivîs ne serbixwe ne. Dema ku we ev xebat kirî, di pêvajoya xebatê de, di nav honaka romanê de herî pir çi bandor li ser we kir?

Beriya dest bi nivîsandina romanê bikim, ez yek ji endamê ekîbê, min li ser paşeroja Malbata Ocalan, li ser kutika wan min lêkolîn kir. Ez çûme mekan û gundên ku ew lê jiyaye. Min hewl da ku dijwariyên malbatê, êşên wê û hêviyên wê fêhm bikim. Her wiha li ser hêlên siyasî, sosyal, aborî û çandî yên wê serdemê min xebat kirin. Bi heftiyan li gundê Amara manm, ku zaroktiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê derbas bûbû. Li gund çi kesê ku ew nas dikir bi wan re min têkilî danî û li ser paşeroja wî min lêkolîn kir. Li gund çi çem, gelî, zevî, bax û baxçeyê ku çûyî, mekanê ku ji xwe re lê dilîst, bi dehan caran lê geriyam, min dîmen girtin. Hemû cihên ku çûk girtî, mar lê kuştî, ketî avê, gelek caran li wan deran geriyam. Min bala xwe da ser raçîna sirûştî ya nebatê.

Min hevalên wî yên zaroktiyê dîtin û bi wan re axivîm. Bi hemû xizmên wî re yek bi yek axivîm. Vê xebata min tam salekê domadn. Tiştekî wiha çêbû ku ez ji hêla raman û hîsan ve bi wê cografyayê re bûme yek. Ez bi malbata Ocalan û zaroktiya wî re bûme yek. Piştre ji hemû çîrokên ku hatin gotin, min hewl da ku mantiqê hevpar û senteza wê ango ya tîpîk bibinim.

Ji vegotinan a ku herî pir bandor li min kirî ew bû ku hê di zaroktiyê de bi sirûştê re dibe yek, zarokan dikişine lîstikê û lîdertiyê ji wan re dike. Taybetmendiyên lîdertiyê hê dema zaroktiyê beloq û balkêş e. Zarokekî wiha ku bi ya heyî qîma xwe nayîne, xisletê dayî û rê û rismî ya berdest qebûl nake, nikare di cihê xwe de bisekine, tim din av lêgerînê de ye û ji bo vê jî tim serî radike. Pevçûna wî ya pêşî, serîrakirina pêşî, hevaltiya wî ya pêşî ya bi Sedef û Hesen re balkêş e. Taybetmendiyên wî yên par ve kirine û hevgirtinê balkêş in. Ji bo zarokên keç û kur dilkêşiyek e. Hê di zaroktiyê de rewşa koletiya giran a jinê ya di nav civakê de dibîne.

Ne zehmet bû ku mijareke wiha pirreng û yekeere hûn lê bikolin û honeke romanê lê bikin?

Rast e, mijareke têra xwe tevlîhev û dijwar e, lê ji hêla min ve ew qasî jî resen û bi îdîa ye. Ji bo vê jî di romanê de min berê xwe da tîpên pirreng û senteze. Li vê cografyayê civak bi hezaran salan wiha ketine nav hev, ‘avaniya etnîk a xwerû, ziman, çand, dînekî wiha xwerû tine’’. Nirxên pîrov ên hemû civakan ketine nav hev, bandor li hev kirine û sentezek derketiye holê. Ev zemîna madî û manewî ya jiyana hevpar e. Honak û naveroka romana Amara xwe dispêrê vê senteza hevpar.

Bûyer û geşedanên di romanê de ne tenê honekeke ne berbiçav û her wiha ne tenê komîserhevkirina bîranîn û jiyînên rojane, civakî û dîrokî ne jî. Tîpên Siyamend, Hasan Husnu, Bedîr Axa hene ku min afirandine û ji serî ta dawiya romanê mohra xwe li romanê dixin lê heqîqetê vedibêjin. Ev her çendî karakterên honakî bin jî heqîqet bi xwe ne. Hem rastiyên berbiçav ên ku malbata Ocalan jiyayî tê de hene û hem jî ji hêla temsîla tîpîk a xisletê malbata Kurd ve jî hin taybetmendî hene ku min lê zêde kirine. Li tevahiya romanê honak û rastî di nav hev de ne, bi maneyekê sentez û hevkêşeyek e pirhijmar e. Bi qasî derfetan min li rastiya bûyer û agahiyên di pirtûkê de pirsî. Min hewl da ku xwe bigihînim a herî rast. Agahî û daneyên di romanê de, li gorî jêderên devkî û nivîskî yên berdest yên herî pir nêzî rastiyê ne, ez wiha difikirim. Hemû honaka di romanê de bi rastiyê re û bi pêvajoya dîrokî re li hev in.

Di vê hevkêşeya pireng de hûn çawa li ser hêla îdeolojîk rawestiyan?

Dema ku min roma Amara nivîsî bêguman îdeolojiyên ku ji wan bawer dikim  bandor li ser min kir. Paradîgmaya nivîskar bi rengekî sirûştî wê di romanê de xwe bide der. Biya min bi giştî di wêjeyê de û bi taybet di roanê de hêla îdeolojîk çendî were veşartin, kamufile kirin nirxê wê yê hunerî zêdetir dibe û girîngtir dibe. Dema ku hêla îdeolojîk xwe dide der wê demê nirxê edebî yê xebatê kêm dibe, berteng dibe ji rêgeha xwe dûr dikeve. Di vê rewşê de roman dibe nivîseke lêkolîn lêhûrbûnê ya îdeolojîk. Mînak romana ‘Dizîna Êgir’ ji romanekê zêdetir pirtûkeke lêkolîn û lêhûrbûnê ye ku jiyana Marx ji xwe re kiriye mijar. Romana ‘Donê Sekan’ ê M. Solohov jî pirtûkeke wiha ye ku nirxê wê yê wêjeyî zêde ye.

Dema ku ji hêla ziman û honakê ve li romana Amara binerin, di nav mînakên romanê de hûn wê çawa dinirxînin?

Romana Amara ji hêla naverok, teşe, çîrok, honak, ziman û afirîneriya hunerî ve ceribandineke celebek romanê ya nû ya resenî xwe ye. Em dizanin dema ku wêje tê gotin pêşî celebê romanê tê bîra mirov. Roman hem hîm û hem jî kevirê sereke yê wêjeyê ye. Giyan û dilê  wê ye. Roman ji hêlekê ve ew e ku ramanên mirovan, lêgerîna jiyaneke baştir û xweştir, hêvî, êş, kêfxweşî, afaftin û peyv ji bo armanc, ûtopya û armancekê rêxistiniya wan were kirin û li gorî honak û çîrokekê mîna ku mirov bixe şerekî de tevbigerîne. Wêdetirî ragihandina jirêzê, rojane, wêdetirî gotin, têkilî û axaftinên rojane, bi rengekî rêxistinî, bi tevgereke bi zanebûn û bi çalakiyekê nivîsandina wan e. Hunereke wiha ye ku rasteqîniya civakî û dîrokî mirov hîs bike, lêgerîna jiyana azad û heqîqetê mirov bike kevirê sereke yê hemû nirxan, statûya heyî red bike, lêgerîna jiyaneke baştir, xweştir û azad mirov bi hêmayan bîne ser ziman û biafirîne.

Vegotina lêgerîna  jiyaneke rajortir, lêgerîna li jiyana xweşiktir û mirov dikare bijî ya wî mirovî ye  ku bi ya heyî re ne li hev e, qîma xwe pê nayîne, jiyana ku tenê xwe dispêrê ya maddî, kirêt, hişk, sar û kêm dibîne. Geşedaneke diyalektîk û lêgerînek e ku ji ya kêm ber bi ya pir ve diçe, ji ya kirêt ber bi ya xweşik ve, ji ya kole ber bi ya azad ve, ji ya derew ber bi ya heqîqetî û ji ya jêr ber bi ya jor ve diçe. Roman, pîrika jiyana nû ye. Jiyan nû ew e kut ê hêvîkirin, xewna wê tê dîtin, divê hebe lê hê jî neyî ye. Bi îmgeyan çalakî û hunera afirandinê ya neyî ye, ku diviya hebûya.

Biya min romana Amara cureyekî nivîsê ye ku resenî xwe ye û ji bo xwe ye. Bi romana Amara re min hewl da ku ji şemayên bizavên romana rasteqînparêz û rasteqîniya civakî xwe xilas bikim. Tişta ku romannivîsên rasteqîniya civakî kirin, ku bi Gorkî re dest pê kiribû, ew bû ku honakê li ser sê tîpan ava bikin. Bi rengê tîpê şoreşger lehengê proleter, dij şoreşger û tîpê ku xwe ne ji dêrê dike û ne jî ji mizgeftê… Ango; tîpên proleterya, burjuvazî û burjuvajiya biçûk . Ev encama nerîna berteng a çînî ya wê demê ye. Hemû geşedanên romanê li derdora van sê tîpan rû didin. Lê lêgerîna heqîqet û azadiyê ya gelan, ji rengên reş û spî û rengê navber gewr wêdetir in. Rastiya jiyanê, lêgerîna heqîqet û azadiyê ya gelan û bûyerên civakî yên ku têne jiyîn pir tevlîhevtir û rengîntir in. Şerê azadiyê ya gelan, bi qasî ku nikarin di van qaliban hilbibin pirreng, pir zimanî û pir xisletî ne.

Ev rewş ji têkoşîna azadiyê ya 40 salî ya Kurdan de gelek caran bêhtir bi rengekî balkêş derketiye holê. Îro geşedanên siyasî yên li Rojhilata Navîn encama vê tevlîheviyê ne. Di romana rasteqîniya civakî de hemû tîp û bûyer li gorî vê qaliba sê reng, li derdora vê şemayê geş dibe..Min hewl da, bi pêgirîbûna diyalektîk û raman ‘tez-antîtez-sentezê’, min hewl da ku bi pêşxistina  ‘tîpên pirreng’, ‘karakterên pirreng’, ‘ziman û gotina çanda pirreng’ di ser rasteqîniya civakî re xwe biqevêzim; bi pêgirîbûna bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd, min hewl da mînaka ‘Wêjeya Civakîparêziya Demokratîk’ deynim holê.

Li gor we romana Amara di nav rêça wêjeya Kurd de wê cihekî çawa bistîne yan jî wê geşedaneke çawa bi xwe re bîne?

Ev tiştekî nû ye. Ceribandina pêşî ya tiştekî nû ye. Li gorî min romaneke rastî ya ku Kurdan vedibêje tine ye. Romanên ku li ser navê Kurdan têne nivîsîn, bi giştî nikarin xwe ji raçînka siyasî û çandî ya pergalê û dîwarê tirsê xilas bikin. Ji vegotina rastiya Kurdan pir dûr in.

Romana Li Welatê Rojê Vejîn ya bi giştî ‘çeme roman e’, bi taybet jî romana Amara, ji hêla ‘Wêjeya Civakparêziya Demokratîk’ ve mînakeke nû ye. Celebekî nû yê wêjeyê ye ku pêgirê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Hêla qels a romanê, ji ber neçariyê bi zimanê Tirkî ye. Hay ji vê heme lê ez bawer dikim ku bi wergereke baş û serkeftî ev ê çareser bibe.